Ehmed Şer: Ji bilî cûdabûnê, em dikarin her tiştî bi Kurd û Durziyan re gotûbêj bikin
Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera ragihand, ew dikarin hemû pirsan bi Kurd û Durziyan re gotûbêj bikin, lê belê daxwaza cûdabûnê di nava Sûriyeyê de red dike.

Ehmed Şer di hevpeyvînekê ligel hejmarek rojnamevanên Ereb de destnîşan kir, tevahiya çareserî û gotûbêjan bi Kurd û Durziyan re divê di çarçoveya yekparçeyiya axa Sûriyeyê de bin.
Herwiha tekez kir, ji bilî daxwaza cûdabûnê, ew dikarin her tiştê din bi van pêkhateyan re gotûbêj bikin. Li gorî gotinên Şera, daxwazên cûdabûnê di nava Sûriyeyê de wê "xewn" bimînin.
Ehmed Şer anî ziman, ezmûnên neteweyî û îslamî yên li herêmê, encamên xwastî bidest nexistine û da zanîn ku qonaxa bê, dîtineke nû dixwaze ku li ser bingeha dewleteke neteweyî ya bihêz be.
Ehmed Şer tekez kir jî, ew xwe wekî berdewamiya ti partî an tevgerên îslamî, çi yên cîhadî an jî yên "Îxwan Misilman" nabîne.
Derbarê Îsraîl de jî, Şera got, beriya vegerandina Colanê û bicihkirina rêkeftina sala 1974'an, ew nikarin behsa rêkeftina aştiyê bi Îsraîl re bikin.
Nûvekirina herî dawî: 12:25:27