HSDyê li ser ‘şerê Til Mazê’ daxuyanî da

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îdiayên derbarê rûdana şer û pevçûnên di navbera hêzên xwe û komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Şamê yên li gundên Helebê red kirin.

1 Îlon 2025 - 09:56
1 Îlon 2025 - 09:56
 0
HSDyê li ser ‘şerê Til Mazê’ daxuyanî da

HSDyê ragihand ku şer çênebûye û bûyera ku qewimiye tenê "pirsgirêkên navxweyî" yên wan komên çekdar e.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê daxuyaniyek belav kir û tê de bi tundî nûçeyên li ser şerê li gundê Til Mazê yê li gundê rojhilatê Helebê red kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên wan di rojên borî de ti êriş pêk neanîne û tevlî ti pevçûnê nebûne.

HSDyê ev îdia wekî "xapandineke medyayî" bi nav kir û tekez kir ku "ev îdia bi temamî derew in."

Li gorî daxuyaniya HSDyê, bûyera ku li Til Mazê qewimiye "ji bilî pirsgirêkên navxweyî yên dubarekirî yên li ser desthilatê di navbera hinek komên ser bi Hikûmeta Şamê bi xwe de, ne tiştekî din e."

HSDyê her wiha diyar kir ku ev pirsgirêka navxweyî di medyayê de hatiye mezinkirin û bi qestî wekî şerekî li dijî hêzên wan hatiye nîşandan.

Ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) îdia kiribû ku yekîneyeke artêşa Sûriyeyê li gundên rojhilatê Helebê kemîn daniye û hewleke HSDyê ya derbasbûna gundê Til Mazê têk biriye û di encamê de şer û pevçûn derketine.

 

Ev nûçe bi tevahî 81 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:39:06