Amedspor Bi 8 Golan Dîrok Çêkir

Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedspor, di hefteya çaremîn a Lîga Yekemîn a Trendyolê de bû mêvanê Adana Demirsporê û li hemberî reqîbê xwe serkeftineke dîrokî bi dest xist û 8-1 bi ser ket.

1 Îlon 2025 - 09:55
1 Îlon 2025 - 09:55
 0
Amedspor Bi 8 Golan Dîrok Çêkir

Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedspor, di hefteya çaremîn a Lîga Yekemîn a Trendyolê de bû mêvanê Adana Demirsporê û li hemberî reqîbê xwe serkeftineke dîrokî bi dest xist û 8-1 bi ser ket.

Di maçê de Diagne 3 gol avêtin (hat-trick) û Murat Uçar jî bi 4 asîstên xwe bû stêrkê maçê.

Amedspora ku îsal bi dirûşma "Armanc Lîga Super e" û bi transferên navdar ên wekî Dia Saba, Diagne, Felix Afena-Gyan, Aytaç Kara û Emrah Başsan dest bi sezonê kiribû, piştî serkeftina hefteya borî ya li hemberî Sivasporê (4-2) bi moraleke bilind çû Edeneyê.

Tîma kesk û sor ku li Stadyuma Nû ya Edeneyê bi lez dest bi maçê kir, di xuleka 17an de bi gola Fernando 1-0 ket pêş.

Gol li pey hev hatin

Lîstikvanên Adana Demîrsporê ku navîniya temenê wan 18 ye, di xuleka 28an de bi gola Ahmet Bolat encam kirin 1-1.

Piştî vê golê, Amedsporê zexta xwe zêdetir kir û Diagneyê ku asîsta gola yekem kiribû, di xuleka 36an de tîma xwe careke din derxist pêş.

Fernando di xuleka 45+4an de gola sêyem avêt û nîveka yekem bi encama 3-1 bi dawî bû.

Nîveka duyem jî wekî bahozê bû

Amedspora ku bi heman kadroyê dest bi nîveka duyem kir, di xuleka 49an de bi transferê xwe yê nû Emrah Başsan encam kir 4-1.

Piştî vê golê Amedspor ranewestiya û di xuleka 62an de bi Dia Saba û di xuleka 71ê de bi Traoreyê ku nû ketibû lîstikê encam kir 6-1.

Di xuleka 85an de, piştî ku Moreno di hundirê qada cezayê de hat xistin, hakem penaltî da Amedsporê.

Diagneyê ku penaltî bi kar anî encam kir 7-1.

Stêrkê maçê Diagne di xuleka 90î de gola ku encam diyar kir tomar kir, bi vê golê re "hat-trick"a xwe temam kir û maç bi encama 8-1 bi dawî bû.

Bi vê serkeftinê, Amedsporê puanên xwe kirin 7 û di lîgê de derket rêza 8an.

 

Ev nûçe bi tevahî 27 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:37:30