PWK: Ji bo kurdan rêya aştî, azadî û serkeftinê, di yekrêzîya nava mala kurd de derbas dibe!

Îro 1ê îlonê Roja Aştîyê ya Cîhanê ye.
Aştî, di navbera dewletan, civatan û mirovan de tunebûna şer, pevçûn, tûnd û tûjî, wêrankirin û dijminatîyê îfade dike. Lê bele, aştî ne tenê nebûna şer e, di heman demê de rêzdarî, aheng û aramî ye jî. Aştî di navbera gelan, civakan û mirovan de wek pirekê ye ku ji bo pêşerojeke baştir, bê tirs û ji xeterîyan bidûrketî dîyardeyek aramîya civakî ye.
Heger em bi awayekî herî sade û kurt li vê maneya aştîyê binerin, em ê bibînin ku mirovahî li her çar alîyên cîhanê jî ji aştîyeke rasteqîn dûr e.
Îro li Rojhilata Navîn û li gelek deverên cîhanê, herweha li welatê me Kurdistanê, şer, qetlîam û jenosîd berdewam dikin. Piranîya gelên cîhanê ji rêzgirtin, aheng, aramîyê dûr in; di nav metirsî, tirs û nexweşîyên cûr be cûr de dijîn.
Di nav gelên cîhanê de, yek ji gelên herî zêde ji tunebûna aştîyê zerar dîtîye bêgûman miletê Kurd e, gelê Kurdistanê ye. Bi taybetî ev 200 sal in ku şer, qetlîam, jenosîd, asîmîlasyon, wêranî, penaberî, bêaramî, tirs, metirsî, her bûye perçeyekî jîyana miletê Kurd û gelê Kurdistanê. Neheqîya herî mezin jî ew e ku weke milet û welat, weke kurd û Kurdistan bi çar perçeyan hatine perçe kirin, hatine dagir kirin; weke milet, rû bi rûyî înkar, asîmîlasyon, qetlîam û jenosîdan bûye.
Em wek milet û partî li gel wê yekê ne ku, hemû pirs û pirsgirêkên li cîhanê, bêyî şer û qetlîam û wêrankarîyan; bi awayekî aştîyane,bi guftûgoyan bêne çareser kirin. Ev, bêgûman di berjewendîya hemû gelên cîhanê de ye.
Em li gel wê yekê ne ku li Rojhilata Navîn pirsa Filistîn û Îsraîlê li ser esasê qebûlkirina herdu dewletan û bi awayekî aştîyane û bi gufyûgoyan bê çareserkirin. Lê aştîya Rojhilata Navîn tenê bi çareserîya pirsa Filistîn û Îsraîlê pêk nayê.
Li Rojhilata Navîn pirsa herî mezin ya rê li ber aştîyê digre ew e ku miletê Kurd û welatê wî hatîye dagirkirin, parçekirin û dabeşkirin. Tecrube û jîyanê îspat kirîye ku heta miletê Kurd û Kurdistan li her çar perçeyên Kurdistanê azad nebin, dê li Rojhilata Navîn aştî û aramî pêk neyê.
Li Başûrê Kurdistanê her çiqas destkeftineke federalîyê hatibe bidestxistin jî, hîna ji %45ê axa Başûrê Kurdistanê di bin dagirkerîya Bexdayê de ye. Herweha Rêveberîya Bexdayê, ji bo mafên federalî yên gelê me yê Herêma Federe lawaz bike, kêm bike, hemû rê û rêbazên nelirê diceribîne û pêk tîne. Rejîma Bexdayê, li himberî Herêma Kurdistanê ji hişmendî û siyaset û helwesteke aştîyane dûr e û naxwaze madeya 140ê li gorî Qanûna Bingehîn ya Federal ya Iraqê cih bi cih bike.
Rûxandina Rejîma Beasê ya Beşar Esadî, rûpelekî nû ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê û hemû gelên Sûrîyeyê re vekirîye. Lê rejîma nû ya Şamê, Rejîma Ehmed El Şara jî, ji hişmendîyeke azadî, demokrasi, edalet û wekhevîyê dûr e. Xwe nade ber ku sîstemeke federalî, demokratik, dadwer û azad ku gelê Rojavayê Kurdistanê û durzî, elewî, xirîstîyan, turkmen, ereb û hemû gelên Sûrîyeyê xwe şirîkê wê sîstem û desthilatîyê bibînin.
Dewleta Îranê jî li ser sîyaseta xwe ya dagirkerî û tunehesibandina mafên neteweyî, demokratîk yên miletê Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê, li ser pêkanîna îdamên li ser hemû gelên Îranê, binpêkirin û tunehesibandina azadî, demokrasi, edalet û wekhevîyê de her berdewam e.
Li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê behsa ‘’pêvajoyeke nû’’ tê kirin. Rayedarên Dewleta Tirkîyeyê vê ‘’projeyê’ wek ‘’Pêvajoya Tirkîyeya Bêteror’’ pênase dikin; hinek alî û kes jî weke ‘’Pêvajoya aştî, çareserî û demokrasîyê’’ bi nav dikin.
PKKyê di Kongreya xwe ya 12emîn de biryar da ku çekan dîne. Em vê biryara çekdanîna PKKyê di berjewendîyên giştî û berjewendîyên miletê Kurd de dibinin û em hêvî dikin ku ev biryar di pratîkê de bê bicîh anîn. Bêgûman, divê Dewleta Tirkîyeyê jî hemû oprasyonên xwe yên leşkerî bidawî bîne.
Bêşik dawîlêanîna çekdarîyê û şer gelekî girîng e; lê ev bi serê xwe pirsa kurd û Kurdistanê çareser nake. Di vî warî de, divê bi awakî objektîf bernameyeke demkurt, navîn û dûvûdirêj bê bê amade kirin. Mixetabê pirsa kurd û Kurdistanê, ne tenê kesek ya jî partîyek e; mixetabê vê pirsê hemû alîyên sîyasî, sivîl, demokaratîk yên miletê Kurd in. Divê bi beşdarîya van hemû pêkhateyan “Temsîlîyeta Kurdî” bê ava kirin û Temsîlîyeta Kurdî bibe mixatabê Dewleta Tirkîyeyê û çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê. Li gorî me, destpêka aştî û çareserîyê ji vir dest pê dike.
Di Parlamentoya Tirkîyeyê de bi beşdarîya partîyên ku di parlementoyê de nûnerên wan hene, ‘’Komîsyona Piştgirîya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê’’ hatîye damezrandin.
Lê mixabin, ev komîsyon bi kiryar û civînên xwe yên heta îro, nîşan daye ku ji hişmendî, bername, armanc û hestiyareke ku bixwaze rêya aştî, wekhevî, dadwerî, demokrasi, azadî û çareserîya pirsa kurd veke, gelekî dûr e. Serokê Komîsyonê Nûman Kûrtûlmûş rê neda ku dayikeke kurd di civîna komîsyonê de bi kurdî biaxive. Baş e komîsyoneke bi vî rengî dê çawa bikaribe rêya çareserîya veke?
Heger em berê xwe bidin bang û daxuyanî û gotarên Ocalan, PKK û DEM Partîyê jî em dê bibînin ku ji bo aştîyeke birûmet û mayinde, ji bo mafên neteweyî, demokratik yên miletê Kurd, ji bo bidestxistina statuyeke milî, coğrafik, sîyasî ya li Kurdistanê ne xwedî tu bername û sîyasetê ne.
Ji ber vê rastîyê jî gotar û helwestên Dewleta Tirkîyeyê jî yên Ocalan, PKK û DEM Partîyê jî rê ji çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê re, rê ji aştîyeke rasteqîn re, rê ji azadî, demokrasi, wekhevî û edaletê re venake. Mixabin maneya aştîyê bi awakî çewt şîrove dikin, li gor berjewendîyên xwe, li gor îdeolojîyên xwe şîrove dikin. Ew hem naveroka aştîyê pûç dikin, him jî mijarê bi zanebûn şolî û aloz dikin.
Miletê Kurd berîya her tiştî, dikare derîyê aştîyê bi têkoşîn û xebatên xwe yên berfireh û pir alî, bi xebateke xurt ya li dîasporayê û bi xebatên piralî yên dîplomasîyê veke. Ji bo hûnandina xebatên weha berfireh û bihêz jî berîya her tiştî divê bi hişmendîyek neteweyî û demokratîk yekrêzîya nav mala kurd bê pêkanîn. Divê li her perçeyekî Kurdistanê û li dîasporayê li ser berjewendî û prensîbên neteweyî, niştimanî hevkarîyên neteweyî, demokratik bêne avakirin; herweha divê di navbera tevgera neteweyî ya her çar perçeyên Kurdistanê de, koordînasyoneke neteweyî, demokratik, niştimanî bê avakirin.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
Nûvekirina herî dawî: 13:21:12