Huseyîn Arasanê Mêrdînî yê ku li Silêmaniyê rastî êrişê hatibû jiyana xwe ji dest da

Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan ê ku duh li Silêmaniyê di encama êrîşa çekdarî de bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. Medyayên nêzîkî PKKê ragihand ku Arasan “Ji aliyê MÎTa Tirkiyê ve hatiye kuştin”.

10 Hezîran 2023 - 07:01
10 Hezîran 2023 - 07:01
 0
Huseyîn Arasanê Mêrdînî yê ku li Silêmaniyê rastî êrişê hatibû jiyana xwe ji dest da

Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan duh danê sibê li bajarê Silêmaniyê li ber avahiya komeleyê di êrîşeke çekdarî de bi giranî birîndar bû.

Huseyîn Arasan tevî hemû mudaxeleyên li nexweşxaneyê jî canê xwe ji dest da.

Cenazeyê Huseyîn Arasan ê ku bi eslê xwe ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye, rakirin morga pizîşka dadwerî ya Silêmaniyê.

Herwiha çavkaniyên nûçeyan ên nêzî PKKê ragihandin ku Arasan “ji aliyê Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) ve hatiye kuştin.”

Ev nûçe bi tevahî 742 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:59:37