Îbrahîm Olabî: Civîna Mezlûm Ebdî û Marco Rubio gelekî berhemdar bû

Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî (NY), Îbrahîm Olabî, hûrgiliyên beşdariya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di şandeya Sûriyeyê ya li Munich de eşkere kir.

14 Sibat 2026 - 11:00
14 Sibat 2026 - 11:00
 0
Îbrahîm Olabî: Civîna Mezlûm Ebdî û Marco Rubio gelekî berhemdar bû

Olabî diyar kir ku Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed di civîna bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re amade bûn û civîn “gelekî berhemdar” bûye.

“Kêliyeke dîrokî bû”

Li gorî Olabî, beşdariya şandeya Sûriyeyê li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê kêliyeke dîrokî bû. Wî got ku Sûriye bi yek şandeyê û bi hemû pêkhateyên xwe beşdar bû.

“Di civîna bi Amerîkayê re, awayê yekgirtî yê şandeyê girîng bû. General Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed li aliyê rastê yê şandeya wezaretê amade bûn. Têgihiştina min ew e ku civîn bi awayekî gelekî baş bi rê ve çû,” Olabî got.

Rêkeftina bi HSDyê re

Li ser hûrgiliyên rêkeftina bi HSDyê re, Olabî got ku hîn çend mijar hene ku pêdivî ye were zelalkirin, lê girîng ew e ku pêvajoyê bi rêya diyalog û peywendiyê diçe pêş.

Wî diyar kir ku daxuyaniyên çapemeniyê yên herdu aliyan nîşan didin ku pêvajoyê ber bi arasteyeke rast ve diçe û herçiqas mijar hêsan nebin jî, heke li ser maf û yekparçeyiya axê li hev were kirin, çareserî gengaz e.

Xizmetguzarî li Kobaniyê

Li ser rewşa Kobaniyê, Olabî got ku di nav çend rojan de karwanên Neteweyên Yekbûyî hatine organîzekirin û hewl hat dayîn ku xizmetguzarî bi lez were destpêkirin.

“Ji encumenê me bihîst ku bi aramkirina rewşê, xizmetguzarî dest pê kiriye. Em hêvîdar in ku di demeke zû de hemû xizmetguzarî bi temamî vegerin. Her takekesekî Sûriyeyê hêjayî jiyaneke bi rûmet e,” Olabî got.

 

Ev nûçe bi tevahî 25 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:02:43