Îlham Ehmed: Entegrasyona HSDyê dê bibe gaveke girîng
Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê diyar kir ku entegrasyona HSDyê ya bi artêşê re dê ji bo artêşeke niştimanî ya yekgirtî ku bêyî cudahî hemû Sûriyeyiyan diparêze bibe pêngaveke girîng.
Îlham Ehmed li civîna Meclisa Civata Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê axivî û rewşa siyasî ya herêmê nirxand.
Îlhamê da zanîn ku Sûriye di dîroka xwe ya siyasî û civakî de di pêvajoyeke krîtîk re derbas dibe û daxuyand kir ku ji bo garantîkirina mafên hemû pêkhateyên etnîk û olî, pêkanîna edaleta civakî, wekhevî û nenavendîbûnê, pêwîstî bi çareseriyeke demokratîk heye.
Îlham Ehmedê da zanîn ku nenavendîbûn wekî ku hinek alî angaşt dikin ne perçebûn e, berevajî vê projeyek e ku armanca wê temsîliyeta adil û yekîtiya hêza hemû pêkhateyan e.
Wê got ku tecrubeyên cîhanê nîşan didin ku sîstemên federal, konfederal û nenavendî bingeha îstiqrara siyasî û aborî ne.
“Dixwazin jinan bişikînin”
Îlham Ehmedê bal kişand ser şerên psîkolojîk ên li ser jinan û got:
“Dixwazin bi rêya medyaya civakî îradeya jinan bişikînin û serkeftinên wan biçûk bixin.
Êrişên li ser rûmeta jinan û malbatên wan ne exlaqî ne lê em jin dê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin.”
Hevdîtinên bi hikûmeta veguhêz re
Îlhamê behsa hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de kir û got:
“Hevdîtin di atmosfereke erênî de didomin.
Armanca me ew e ku em li ser paşeroja Sûriyeyê û saziyên îdarî û leşkerî yên ku dê beşdariya hemû pêkhateyan misoger bikin, bigihîjin rêkeftinan.”
Entegrasyon
Îlham Ehmedê destnîşan kir kir ku entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a bi artêşê re dê ji bo artêşeke niştimanî ya yekgirtî ku bêyî cudahî hemû Sûriyeyiyan diparêze bibe pêngaveke girîng.
Her wiha da zanîn ku divê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di saziyên hikûmetê de rasterast bên temsîlkirin.
Pêwendiyên bi welatên cîran re
Îlhamê daxuyand ku ji bo vegera ewle ya koçber û penaberan garantiyên ewlehiyê şert in û polîtîkayên "dagirkerî û Tirkkirinê yên Tirkiyeyê yên li Efrîn, Şehba, Girê Spî û Serê Kaniyê” şermezar kirin û anî zimên:
“Eger dewleta Tirk di aştiyê de ji dil be, Rêveberiya Xweser ji bo diyalogê amade ye. Îstiqrara Sûriyeyê, îstiqrara Tirkiyeyê û tevahiya herêmê ye.
Em dixwazin pêwendiyên me yên bi cîranên xwe re ne li ser dagirkerî an dûrxistinê, li ser bingeha aştiyê bin.”
Îlham Ehmedê ragihand ku israra li ser birêvebiriya navendî rê li ber bipêşketinê digire û di nav bajaran de newekheviyê çêdike û bang kir ku zêdetir desthilat û çavkaniyan bidin birêvebiriyên cihî.
“Jin bi biryar in”
Îlhamê di dawiya axaftina xwe de, daxwaza Rêveberiya Xweser a ji bo Sûriyeyeke pirdeng, demokratîk û nenavendî ducare kir û wiha axivî:
“Rêya bidawîanîna êşên Sûriyeyiyan, bi taybetî yên jinan, aştî û edalet e.
Jinên ku herî zêde ji şeran êş kişandiye, tevî vê yekê jî di têkoşîna ji bo aştî û paşerojeke baştir de bi biryar in.”
Nûvekirina herî dawî: 12:17:14