Trump nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re şand

Serokê Amerîkayê di nameyekê de spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir, ji ber piştgiriya wî ji bo bizavên wî yên ji bo aştiyê. Herwesa girîngiya bidawîanîna nakokî û aloziyan li Rojhilata Navîn jî tekez kir.

23 Cotmeh 2025 - 09:48
23 Cotmeh 2025 - 09:48
 0
Trump nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re şand

Serokê Amerîkayê Donald Trump nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û ji bo piştgiriya wî ya ji bo hewlên aştiyê spasiya wî kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku şeva borî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyek ji Serokê Amerîkayê Donald Trump wergirtiye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Trump "ji bo piştgiriya wî ya ji bo hewlên aştiyê spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî dike û her wiha tekezî li ser girîngiya nehîştina nakokî û aloziyan li Rojhilata Navîn dike".

Trump di nameya xwe de ji Nêçîrvan Barzanî re ducare kir ku "welatên cîhanê dikarin nakokiyên kevn li pey xwe bihêlin û ber bi paşerojeke hevbeş a aştî, serkeftin û geşbûnê ve gavan bavêjin".

Li gorî daxuyaniyê, Trump "pêbendbûna xwe û îdareya xwe ya ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde, nehîştina aloziyan li Rojhilata Navîn û bidawîanîna şer û kuştinê li herêmê û li tevahiya cîhanê nîşan dide".

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin:

"Serok Trump di dawiya nameya xwe de, li gel silav û rêzên xwe, hêviya serkeftinê ji Serok Nêçîrvan Barzanî û malbata wî re dixwaze".

 

Ev nûçe bi tevahî 28 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:33:38