Îmamoglu ji CHPyê îstifa kir

Ekrem Îmamogluyê ku ji erkê xwe hatiye dûrxistin û di Girtîgeha Sîlîvriyê de girtî ye ragihand ku wî ji Partiya Gel a Komarî (CHP) îstifa kiriye.

13 Tebax 2026 - 11:18
13 Tebax 2026 - 11:18
 0
Îmamoglu ji CHPyê îstifa kir

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglu da zanîn ku ew derbasî Partiya NÛ bûye.

Daxuyaniya ku Îmamoglu li ser hesabê xwe yê Xê parve kiriye wiha ye:

"Welatiyên min ên qedirbilind, rêhevalên min ên hêja, ez ji endamtiya xwe ya Partiya Gel a Komarî ya 17 salan îstifa dikim.

Ev biryar, encama wan nirxan e ku ez ji bo paşeroja welatê me pê bawer im û encama wê berpirsyariyê ye ku ez li hemberî miletê me hildigirim.

Ez spasiya hemû rêhevalên xwe dikim ku me heta îro bi hev re ked daye û em mil bi mil meşiyane.

Îro em ji bo ku paşeroja Tirkiyeyê ya bihêztir, demokratîktir û bi hêvîtir bi hev re ava bikin rêyeke NÛ vedikin.

Ez we vedixwînim ku hûn bibin beşek ji vê meşê, em hêviyê bi hev re mezin bikin û paşerojê bi hev re ava bikin."

 

Ev nûçe bi tevahî 52 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:19:03