Nêçîrvan Barzanî li ser yasaya pêvajoyê daxuyaniyek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi germî yasaya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" pêşwazî dike.

13 Tebax 2026 - 11:15
13 Tebax 2026 - 11:15
 0
Nêçîrvan Barzanî li ser yasaya pêvajoyê daxuyaniyek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand:

"Ez bi germî pesendkirina yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî ya li Parlamentoya Tirkiyeyê pêşwazî dikim."

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, "Ev gava wêrek ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde û aramiya li Tirkiye û tevahiya herêmê werçerxeke girîng e."

Serokê Herêma Kurdistanê got:

"Em her tim di wê baweriyê de ne ku aştî û diyalog bijardeyên herî rast in û serdema çekan û çareseriya leşkerî bi ser çûye.

Ev yasa ji bo avakirina baweriyê û bihevrejiyana aştiyane ya hemû pêkhateyên Tirkiyeyê derfeteke mezin e."

Nêçîrvan Barzanî bang kir, "Pêwîst e her kes piştgiriyê bide vê yasayê û ji bo serkeftina aştiyê bixebite."

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî zimên:

"Ez destxweşiyê li Serokkomarê Tirkiyeyê Birêz Recep Tayyîp Erdogan û hemû wan serkirde û aliyên ku beşdarî pêkanîna yasayê bûne dikim."

Wî her wiha got, "Wekî her tim em piştgiriya temam a Herêma Kurdistanê ya ji bo serkeftina aştî û aramiyê ducare dikin."

Roja duşemê piştî nîqaşeke kûr ku nêzîkî 12 demjimêran berdewam kir Parlamentoya Tirkiyeyê projeyasaya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" xist dengdanê.

Ji 562 parlamenterên amade, 468 parlamenteran dengê "erê" da yasayê.

Li hemberî vê yekê 88 parlamenteran dengê "na" da û 6 dengên bêalî jî hebûn.

Projeyasa ji 12 madeyan pêk dihat û di bin navê "Pêşniyaryasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" de hatibû pêşkêşkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 66 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:22:35