Îran: Êrişa li ser Kormorê nayê qebûlkirin
Konsulê Komara Îslamî ya Îranê yê Hewlêrê Feramerz Esedî êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir.
Feramerz Esedî ragihand ku kiryarên vî karî kîjan alî bin "nayê qebûlkirin" û ew vê yekê wekî êrişeke li ser xizmetguzariya xelkê dibînin.
Konsulê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê Feramerz Esedî li ser êrişa Qada Gazê ya Kormorê ji Rûdawê re axivî û got:
"Kiryar ji aliyê kê ve hatibe kirin, nayê qebûlkirin û em şermezar dikin."
"Destdirêjî ye li ser aramiya herêmê"
Konsulê Îranê li Hewlêrê amaje bi wê yekê kir, nêrîna wan ji bo wê bûyerê ew e ku ev kiryar destdirêjî ye li ser aramiya û got:
"Em bawer dikin ku ev kiryar êrişkirina li ser ewlehiya Herêma Kurdistana Îraqê û xizmetguzariya xelkê wê yê hêja ye."
Şeva 26ê Çiriya Paşîn êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê hat kirin û ji ber wê agir bi depoyeke mezin a gazê ket.
Di encamê de ji sedî 80yê karebaya Herêma Kurdistanê qut bû.
Nûvekirina herî dawî: 13:29:50