Îran: Ji bo bidawîkirina şerê Libnanê bipêşketin çêbûn

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî piştî gera yekem a dan û standinên bi Amerîkayê re daxuyanî da.

22 Hezîran 2026 - 10:40
22 Hezîran 2026 - 10:40
 0
Îran: Ji bo bidawîkirina şerê Libnanê bipêşketin çêbûn

Eraqçî ragihand ku ji bo qedandina şerê Libnanê bipêşketinên girîng çêbûne.

Gera yekem a dan û standinan bi navbeynkariya Qeter û Pakistanê hat kirin.

Ebas Eraqçî li ser hesabê xwe yê Xê li ser wan dan û standinan nirxandin kirin.

Şerê Libnanê

Eraqçî diyar kir ku “Koma Xebatê” dê ji bo rêlibergirtina pevçûnên li Libnanê were avakirin û ev kom dê bibe tecrubeyeke rasteqîn.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê anî zimên, "Bi navbeynkariya Pakistan û Qeterê ji bo qedandina şerê Libnanê bipêşketin çêbûn."

Dorpêç hat rakirin

Eraqçî her wiha destnîşan kir ku sînorên li ser firotina petrola Îranê hatine rakirin û dorpêç bi dawî bûye.

Wî eşkere kir ku hinek ji sermayeyên Îranê yên hatibûn rawestandin jî hatine berdan.

 

Ev nûçe bi tevahî 41 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:30:27