Îranê bi tundî bersiv da Trump: Ev plan li ser bingeha îxanetê ye
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Ereqçî bi tundî bertek nîşanî îdiaya Serokê Amerîkayê Trump a ku gotibû "Dibe ku Îran tevlî Peymana Îbrahîm bibe" da û got, "Ev plan li ser bingeha îxanetê ye, Îran ti carî tevlî nabe."

Ereqçî her wiha got, "Ev plan, her çend navekî pîroz hildigire jî di eslê xwe de li ser bingeha îxanetê ye.
Armanca wê ew e ku gelê Filistînê ji mafên xwe yên rewa bê par bihêle û rejîmeke sexte û dagirker bide nasîn."
"Beşdarbûna Îranê ya di vê rêkeftinê de ne mimkun e"
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Ereqçî ji televîzyona dewleta Îranê IRIByê re axivî û got:
“Rejîma Siyonîst dagirker e, sûcdar e, komkujîker û kujerê zarokan e.
Helwesta Komara Îslamî ya Îranê ji destpêkê ve zelal û eşkere ye, Peymana Îbrahîm bi ti awayî bi îdealên me re nagunce û beşdarbûna Îranê ya di vê de ti carî ne mimkun e."
Ereqçî pêşniyara welatên Rojava ya "peymana berfireh" jî red kir û wiha pê de çû:
“Peymaneke bi vî rengî, encama gotûbêjên berfireh e. Lê belê me tenê derbarê programa xwe ya nukleerî hevdîtin kirine û di paşerojê de jî em dê tenê li ser vê mijarê gotûbêjan bikin.”
Ereqçî bi bîr xist ku Amerîka bi awayekî yekalî ji peyamana nukleerî ya ku berê bi welatên 5+1 re hatibû kirin vekişiya û got:
“Amerîkayê rêkeftin bin pê kir, welatên Ewropayê jî pabendiyên xwe bi cih neanîn. Ji ber vê yekê me jî erkên xwe kêm kirin.”
Ereqçî ew îdiayên ku dibêjin bi aliyê Amerîkayê re pêwendiyeke rasterast hatiye danîn jî red kirin û got:
“Di dema şer de, dema ku pêwîst bû peyamên taybet bên şandin, me tenê kanaleke heyî bi rêya Witkoff bi kar anî.
Lê weke ku tê îdiakirin, ti hevdîtinên telefonî an jî têkiliyên derbarê mijarên rojane çênebûne.”
"Em dev ji mafê xwe yê dewlemendkirina Uranyumê bernadin"
Ereqçî derbarê programa nukleerî ya Îranê jî peyamek da û got:
“Mafên gelê Îranê xeta me ya sor e. Em ti carî dev ji mafê xwe yê dewlemendkirinê bernadin.
Lê eger ji bo şefafiyet û avakirina baweriyê gotûbêj bên kirin, em ji bo vê yekê amade ne.”
Nûvekirina herî dawî: 13:36:03