Salih Mislim: Em bihêz in, bila gelê me baweriya xwe bi me bîne

Endamê Desteya Serokatiya PYDyê Salih Mislim ragihand ku pêşhatên li Sûriyeyê ne girêdayî pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne.

14 Cotmeh 2025 - 10:31
14 Cotmeh 2025 - 10:31
 0
Salih Mislim: Em bihêz in, bila gelê me baweriya xwe bi me bîne

Salih Mislim got, HSD dê xweseriya xwe biparêze û di artêşa nû ya Sûriyeyê de roleke girîng bilîze.

Mislim her wiha da zanîn ku Tirkiye di vê hevkêşeyê de nîne.

Salih Mislim, li ser pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê û daxuyaniyên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî yên li ser entegrasyona leşkerî ji ANFyê re axivî.

Serkirdeyê PYDyê diyar kir ku hevdîtinên dawî yên di navbera hikûmeta demkî ya Şam û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de di çarçoveya Peymana 10ê Adarê de pêk hatine.

Salih Mislim destnîşan kir ku di hevdîtinan de mijarên wekî pêvajoya entegrasyona leşkerî û çawaniya destûra nû jî di nav de gelek mijar hatine gotûbêjkirin.

"Rêveberiya Xweser dê di bin kontrola HSDyê de be"

Salih Mislim anî zimên ku HSD dikare bibe beşeke girîng a artêşa nû ya Sûriyeyê.

Mislim bal kişand ser wê yekê ku ewlehiya Rêveberiya Xweser dê di bin kontrola HSDyê de bimîne.

Li gorî Salih Mislim, mijara entegrasyona leşkerî du alî ye.

Hinek yekîneyên HSDyê dê tevlî avahiya nû ya leşkerî bibin lê herêmên Rêveberiya Xweser dê di bin kontrola HSDyê de bin.

Di ewlehiya hinek herêman de dibe ku hevahengiyên biçûk çêbibin.

"Dê yekîneyên hevpar ên li dijî terorê bên avakirin"

Mislim li ser aliyê duyem ê entegrasyonê jî got, dê yekîneyên hevpar ên dijî terorê (YAT) bên avakirin.

Siyasetmedarê Kurd êrişên van demên dawî yên DAIŞê bir bîr xist û wiha domand:

"Koalîsyon dixwaze bi YATê re qadên têkoşîna li dijî DAIŞê berfireh bike. Yek ji şertên Koalîsyonê yên ji bo hikûmeta nû ya Şamê ew e ku ew jî tevlî têkoşîna li dijî DAIŞê bibe.

Hêzên me, yekîneyên taybet ên Şamê û hêzên koalîsyonê dê li seranserê Sûriyeyê bi awayekî hevpar li dijî DAIŞê têbikoşin."

"HSD dê bibe bingeha artêşa nû"

Salih Mislim derbarê entegrasyona leşkerî ya di bin sîwana Artêşa nû ya Sûriyeyê de jî got, şandeya ku biçe Şamê dê li ser entegrasyoneke giştî biaxive.

Mislim got, "Artêşa nû ya Sûriyeyê dê bê avakirin û HSD jî dê bibe beşeke mezin jê wê artêşê.

Yanî artêşeke nû ya ku bingeha wê ji hêzên me pêk tê dê bê avakirin."

Mislim diyar kir ku ev yekîneyên ji bo têkoşîna li dijî terorê cuda ne.

"Komîteyên hevpar dê ji nû ve bên avakirin"

Endamê Desteya Serokatiya PYDyê li ser mijara "entegrasyona sivîl" jî agahî da. Mislim da zanîn ku di hevdîtina dawî de hin xal bi devkî hatine axaftin û komîteyên ku berê hatibûn avakirin dê ji nû ve bên damezirandin.

Mislim got, "Ev komîte dê rûnin, biaxivin û bi rêya diyalogê hewl bidin çareseriyekê bi pêş bixin lê ji bo encamgirtinê hîn zû ye."

"Ne girêdayî pêvajoya çareseriyê ye"

Mislim behsa bandora pêvajoya çareseriyê ya li ser hevdîtinên Şam û Rojavayê Kurdistanê jî kir û got:

"Ev rewş ne girêdayî wê pêvajoyê ye lê em jê sûdê werdigirin. Em daxuyaniyên Rêbertiyê (Abdullah Ocalan) li ber çavan digirin lê ew ne rewşeke girêdayî wê ye.

Em biryarên xwe bi xwe digirin lê bê guman em rêzê li felsefe û gotinên Rêbertiyê digirin û xwe li gorî wê sererast dikin."

"Tirkiye di nava vê pêvajoyê de nîne"

Mislim li ser rola Tirkiyeyê ya di vê pêvajoyê de jî got, "Heta niha Tirkiye di nava vê pêvajoyê de nîne.

Bê guman Tirkiye pêvajoyeke wiha naxwaze. Bûyerên dawî yên li herêmê jî van nêrînên me piştrast dikin."

"Spekulasyonan dikin"

Serkirdeyê PYDyê îdiayên rayedarên Tirkiyeyê ku dibêjin “di navbera Abdullah Ocalan û Rêveberiya Xweser de nakokî hene” jî red kir û got:

"Tirkiye dixwaze bi hinek gotinan pêvajoyê têk bide. Spekulasyonên wekî ku 'guhdariya hev nakin, hevdîtinê nakin' dikin lê rastî ne wisa ye.

Tirkiye dixwaze ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk xwe fesix bike û şexs bi awayekî ferdî biçin tevlî artêşa Sûriyeyê bibin.

Em vê yekê red dikin. Helwesta Rêbertiyê jî di vî warî de diyar e."

"Di navbera Tirkiye û hêzên hegemonîk de cudahî heye"

Salih Mislim diyar kir ku di navbera Tirkiye û hêzên Rojavayî de êdî cudahiyek zelaltir heye û got, "Êdî tiştên ku Tirkiye dixwaze zêde pêk nayên.

Hemû hêzên ku bi Sûriyeyê re eleqedar in, îstiqrara Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe dibînin lê em îstiqrareke bi edalet dixwazin."

"Bi Tirkiyeyê re hevdîtin hene"

Endamê Desteya Serokatiya PYDyê eşkere kir ku têkiliyên Rêveberiya Xweser bi Tirkiyeyê re hene lê ev hevdîtin li pişt perdeyê û ne aşkere ne.

Mislim da zanîn ku êdî nêrîna li ser avakirina sîstemeke nenavendî li Sûriyeyê xurtir dibe û got, "Sûriye mîna mozaîkekê ye.

Ji bo ku ev cudahî bi hev re bijîn, pêwîstî bi sîstemeke nenavendî heye; wekî xweseriyê.

Divê Sûriyeyî bi xwe biryarê li ser vê bidin."

Salih Mislim her wiha got ku destûra demkî dê were sererastkirin û wiha domand:

"Bila gelê me baweriya xwe bi me, bi rêvebiriya vir bîne. Em bihêz in û her wiha ramanên ku Rêbertî rêberiya wan dike di meriyetê de ne.

Em li gelê xwe difikirin û em dê têkoşînê bidomînin."

 

Ev nûçe bi tevahî 26 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:40:42