Îro 79 sal di ser damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re derbas dibin

Îro 79 sal di ser damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê bi serokatiya Barzaniyê Nemir re derbas dibin; partiyeke ku li ser bingeha baweriya bi mafên mirovan, dadweriya civakî, geşepêdana berdewam, pirrengiya siyasî, neteweyî, olî û çandî, pêkvejiyana aştiyane, azadî û wekheviyê, û mafê diyarkirina çarenivîsê ji bo neteweya Kurd û gelê Kurdistanê, dest bi xebata xwe ya siyasî û çekdarî kir.

16 Tebax 2025 - 10:04
16 Tebax 2025 - 10:04
 0
Îro 79 sal di ser damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re derbas dibin

Piştî Şoreşa Duyem a Barzan, hevdem ligel ragihandina Komara Kurdistanê li bajarê Mehabadê, Partiya Demokrat a Kurdistanê di (16ê Tebaxa sala 1946an) de bi serokatiya General Mistefa Barzanî hate damezrandin. Partiya Demokrat a Kurdistanê partiyeke demokratîk, niştimanî û cemawerî ye; baweriya wê bi mafên mirovan, dadweriya civakî, geşepêdana berdewam, pirrengiya siyasî, neteweyî, olî û çandî, pêkvejiyana aştiyane, azadî û wekheviyê, û mafê diyarkirina çarenivîsê ji bo neteweya Kurd û gelê Kurdistanê heye û bi şêwazên demokratîk û medenî li ser bingeha bîr û bawerî û rêbaza Mistefa Barzanî têdikoşe.

Armanca Damezrandina PDKê

Partiya Demokrat a Kurdistanê ev 79 sal in ji bo xebata gelê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê têdikoşe û ji bo danasîna doza Kurd li ser asta herêmî û navdewletî xebatê dike.

Di sala 1946an de, li Bexdayê, Partiya Demokrat a Kurdistanê yekemîn kongreya xwe lidar xist û (Mistefa Barzanî) weke serok hat hilbijartin. Şêx Letîfê Hefîd û Kake Ziyadê Koye bûn cîgirên serok. Di sala 1979an de, Partiya Demokrat a Kurdistanê kongreya xwe ya nehemîn lidar xist û Serok Barzanî weke serokê partiyê hilbijart, ku wî ji sala 1980an heta 1991ê, serkêşiya çendîn destanan li dijî rejîma wê demê ya Iraqê kir. Serok Barzanî roleke serekî di avakirina Bereya Kurdistanî de lîst û di sala 1991ê de rêbertiya meydanî ya serhildana gelê Kurdistanê kir.

Du Bîranînên dîrokî di yek rojê de

Hevdem ligel salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê, salvegera jidayikbûna Serok Barzanî ye jî. Serok Barzanî di 16ê Tebaxa sala 1946an de li Mehabadê ji dayik bûye. 

Di sala 1947an de ji Mehabadê vedigere Başûrê Kurdistanê. Di sala 1961ê de neçar dimîne dev ji xwendinê berde. Di sala 1962an de dibe Pêşmerge. Di sala 1970an de dibe endamê şanda danûstandinê ya şoreş-hikûmetê. Di sala 1970an de weke endamê Komîteya Navendî ya Partiyê hat hilbijartin. Di sala 1979an de weke serokê Partiyê hat hilbijartin. Di salên 1980-1987an de roleke bingehîn di avakirina Bereya Kurdistanî de lîst. Di sala 1988an de fermandariya giştî ya Destana Xwakurkê kir. 

Di sala 1991ê de rêberê meydanî yê serhildana gelê Kurdistanê bû. Di 7ê Nîsana 1991ê de serperiştiya Destana Korê kir. Di Adara 1991ê de daxwaza hilbijartina Encûmena Niştimanî û damezrandina hikûmetê kir. Di hilbijartinên 1992an de xwe ji bo rêbertiyê berbijêr dike û dengê yekem bi dest dixe. Di Hezîrana 1991ê de Xelata Aştiyê pêşkêşî gelê Kurd hat kirin. Di Nîsana 2004an de serokê Encûmena Hukmê ya Iraqê bû. Di 14ê Hezîrana 2005an de weke Serokê Herêmê hat hilbijartin. Di 25ê Îlona 2017an de referanduma ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê li dar xist. Di Kongreya 14emîn a Partiyê de careke din weke serok hat hilbijartin.

Kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de

Her bi helkefta salvegera damezrandina PDKê, Polîtburoya PDKê di 79emîn salvegera damezrandina partiyê de, daxuyaniyek belav kir û tê de pîrozbahî li cemawerê xwe û xelkê Kurdistanê kir.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku Partî ji ber dilsozî û xema xwe ya rasteqîn ji bo çareserkirina kêşe û giriftên Herêmê û cîbicîkirina destûrê, ji bilî Herêmê di çarçoveya Iraqê de jî di peywendî û gotûbêjeke berdewam de bûye, da ku bi şêwazeke aştiyane û bi lihevtêgihiştinê çareyê ji kêşeyan re bibîne û xelkê Kurdistanê jî bi mûçexorên xwe yên xweragir ve bigihîjin maf û şayisteyên xwe.

Polîtburoya Partiyê behsa wê yekê kir, PDK bi her awayî piştgiriyê li çareserkirina kêşe û giriftên di navbera hikûmeta Herêmê û hikûmeta federal de dike, ku li gorî destûr û rêkeftinên siyasî bên çareserkirin. Herwiha tekezî li ser prensîpên hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê ji bo çareserkirina kêşeyan li Iraqê kir.

Kurtejiyana Serok Mesûd Barzanî:

- 1946: Di 16ê Tebaxê de, di dema Komara Kurdistanê de li Mehabadê jidayik bû.

- 1962: Di temenê 16 saliyê de dibe Pêşmerge.

- 1970: Dibe endamê şanda danûstandinê ya di navbera Şoreşê û hikûmeta Iraqê de û di heman salê de dibe endamê Komîteya Navendî ya PDKê.

- 1979: Di Kongreya 9emîn de weke Serokê PDKê tê hilbijartin.

- 1988: Fermandariya giştî ya Destana Xwakurkê dike.

- 1991: Rêbertiya meydanî ya Serhildana gelê Kurdistanê dike û di heman salê de fermandariya Destana Korê dike.

- 2005: Weke yekemîn Serokê Herêma Kurdistanê tê hilbijartin.

- 2017: Rêbertiya referanduma serxwebûna Kurdistanê dike.

- 2022: Di Kongreya 14emîn a PDKê de careke din weke Serokê partiyê tê hilbijartin.

Ev nûçe bi tevahî 18 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:40:07