Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Serok Barzanî kir

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Mesrûr Barzanî, bi boneya rojbûna Serok Mesûd Barzanî û salvegera damezrandina PDKê, peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de soza pabendbûna bi rêbaza Serok Barzanî ya ji bo Kurdistaneke azad û aram dubare kir.

16 Tebax 2025 - 10:07
16 Tebax 2025 - 10:07
 0
Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Serok Barzanî kir

Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî roja 15ê Tebaxa 2025an, di peyameke taybet de pîrozbahî li salroja Serok Barzanî kir.

Di peyama Mesrûr Barzanî de wiha hat gotin: “Cejna jidayikbûna bav, serok, rêber, Pêşmergeyê Kurdistanê û salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê, li me hemûyan û bi taybetî li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman pîroz be.”

Mesrûr Barzanî di beşeke din a peyama xwe de ji Serok Barzanî re hêviyên xwe anî ziman û got: “Hêvîdar im Xwedayê Mezin we biparêze û hûn tendirust bin. Xwazî me hemûyan karîba di asta mezinahiya cenabê we de xizmet bikira.”

Herwiha Cîgirê Serokê PDKê tekez kir: “Soz be ku em rêbaz, ferman, dîtin û nêrînên cenabê we, ji bo Kurdistaneke azad, aram, seqamgîr, xweşguzeran û dadperwer, bikin bernameya karê xwe yê rojane û erkê xwe yê niştimanî.”

Di dawiya peyamê de Mesrûr Barzanî got: “Her ji bo me bimînî, her di lûtkeya serkeftinê de bî û PDK jî her di pêşketin û serkeftina berdewam de be.”

Serok Mesûd Barzanî, di 16ê Tebaxa sala 1946an de li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê di dema Komara Kurdistanê de jidayik bûye û hesta niştimanperweriyê ji zarokatiya wî ve di dilê wî de çêbûye.

Di 11ê Îlona sala 1961ê de, bi destpêkirina Şoreşa Îlonê re, Serok Barzanî neçar dimîne dest ji xwendina xwe berde û di 20ê Gulana sala 1962an de, di temenê 16 saliyê de, dibe Pêşmerge.

Ji destpêka xebata çekdarî ve, Serok Barzanî di xebata siyasî de jî berdewam bû. Yek ji destkeftên herî girîng ên vê têkelbûna xebata siyasî û çekdarî, Peymana 11ê Adara sala 1970an bû ku otonomî ji bo Kurdistanê bi xwe re anî. Di wê peymanê de, Serok Barzanî roleke berbiçav di şanda danûstandinan de lîst.

 

Ev nûçe bi tevahî 43 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:20:09