ÎRO CEMÎL TAŞKESEN SEREDANA PAK ŞAXA BATMANÊ KIR

Cemîl Taşkesenî ê Misircî ,ji berk u heyeteke PAKê seredana wî kirirbû û piştgirîye xwe ji bo wî dîyar kiribû, îro(11.11.2021) ji bo spasdarî zîyareta PAK Şaxa Batmanê kir.

11 Mijdar 2021 - 15:55
11 Mijdar 2021 - 15:55
 0
ÎRO CEMÎL TAŞKESEN SEREDANA PAK ŞAXA BATMANÊ KIR

Cemil Taşkesen ji alîyê Serokê PAK Şaxa Batmanê Aziz Özdemîr ú rêvebirên PAKê bi germahîyek xurt hat pêşwazîkirin. Li ser bûyerê dan û standin û sohbetek xweş kirin.

Wek tê zanîn ,li Misircê di dema seredana Seroka Giştî ya İyi Partîyê Meral Akşener de, esnafekî ku bi navê Cemîl Taşkesen ji Meral Akşenerê re weha gotibû ‘’Zimanê me , nasnameya me ya Kurdî tê înkar kirin. Vê derê Kurdistan e. Li Meclîsa Tirkîyeyê Kurdistan tê înkar kirin’'.

Paşê Cemîl Taşkesen ji alîyê polîsan ve hatibû desteser kirin ûpiştî ku îfadeya wî hate girtin serbest hatibû berdan.

Ev nûçe bi tevahî 946 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:36:30