Sezgîn Tanrikulu: Parastina gel, rûmet û welatê xwe xetên sor ên Kurdan in
Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu got, “Xetên sor ên Kurdan jî hene. Parastina gel, rûmet, namûs û welatê xwe xetên sor ên Kurdan in.”

Gefên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî yên operasyoneke hevpar a bi Şamê re ya li dijî HSDyê, metirsî li ser pêvajoya çareseriyê çêkiriye.
Komîsyon dê 10 û 11ê vê mehê bicive lê belê daxuyaniyên dawî yên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî bûne sedema nîqaşan.
Bahçelî gotibû, “Divê HSD/YPG peymana ku di 10ê Adara 2025an de bi hikûmeta Sûriyeyê re îmze kiriye bi cih bîne, wekî din divê her kes zabibe ku dê bi îradeya hevpar a Enqere û Şamê midaxaleyeke leşkerî neçar bibe.”
“Xeta sor a Kurdan rûmeta wan e”
Parlamenterê CHPyê û endamê Komisyonê Sezgîn Tanrikulu, li hemberî van gotinan nerazîbûneke tund nîşan da û got:
“Li cihekî ku ti sîstem û desthilat lê nîne, ji Kurdan tê xwestin ku xwe radestî hêzekê bikin ku li dijî Kurdan û gelên din ên Sûriyeyê komkujî pêk anîne.
Eger xetên sor ên her kesî hebin, yên Kurdan jî hene. Xeta sor a Kurdan parastina rûmet, gel, namûs û welatê wan e.”
Nûvekirina herî dawî: 13:19:27