Îsal li Sûriyeyê 200 Kurd hatine revandin
Li gorî rêxistineke çavdêriyê ji destpêka salê ve li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nêzîkî 200 Kurd hatine revandin.

Rêxistinê zêdebûna bûyerên revandinê bi kêmasiya kontrola hikûmeta Sûriyeyê ve girê da û bangî civaka navneteweyî kir ku zexteke cidî li Şamê bike.
Navenda Belgekirina Binpêkariyan (VDC) ku saziyeke serbixwe ye û ji bo belgekirina binpêkirinên mafên mirovan destpêka şerê navxwe yê Sûriyeyê hat damezirandin raporeke belav kir.
Navenda Belgekirina Binpêkariyan (VDC) ragihand ku "ji destpêka Îlona 2025an ve li Efrîn, Heleb û Şamê û li herêmên cuda yên Sûriyeyê herî kêm 14 welatiyên Kurd hatine revandin".
VDCyê diyar kir, "Hejmara Kurdên ku ji destpêka 2025an heta dawiya Tebaxê hatine revandin, 2 jê zarokên di bin 18 saliyê re, 9 jin û 56 girtiyên xwedî nexweşiyên kronîk, gihîştiye 190 kesî."
Hat diyarkirin ku hejmara rastî ya Kurdên hatine revandin "dibe ku zêdetir be" ji ber ku hinek malbat "ji ber sedemên ewlehiyê" revandina xizmên xwe ranagihînin.
VDCyê da zanîn ku revandin ji aliyê "çekdarên ku bêyî biryara girtinê bi ser malan de digirin û mirovan li xalên kontrolê desteser dikin" tên kirin.
Navenda Belgekirina Binpêkariyan (VDC) rayedarên Sûriyeyê ji ber "bêdengî û kêmasiya çavdêriya yasayî" şermezar kir.
Revandinên li Efrînê
Li gorî VDCyê, herî zêde bûyerên revandinê li parêzgeha Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê qewimîne ku "di bin birêvebiriya çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de ye.
Efrîn ji sala 2018an ve di bin kontrola Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de ye.
Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê bi binpêkirina mafên xelkê Kurd tê tometbarkirin.
Gelek kuştin jî bi destê hikûmetê yan jî hêzên alîgirên hikûmetê hatine kirin.
VDCyê di raporeke xwe ya berê ya ku meha Tebaxê hatibû weşandin de diyar kiribû ku ji destpêka 2025an ve li Efrînê 87 sivîl hatine revandin.
Saziya çavdêriyê her wiha sala 2024an 700 û sala 2023yan jî 461 bûyerên revandinê tomar kiribû û destnîşan kiribû ku "sala 2022yan zêdetirî 720 bûyerên revandinê hatine tomarkirin" lê hejmara rastî dibe ku zêdetir be.
Ramî Ebdulrehmanê Serokê Rêxistina Çavdêriyê ya Sûriyeyê (SOHR) ya ku navenda wê li Londonê ye ji Rûdawê re got:
"Li herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de 292 bûyerên revandinê hatine tomarkirin, li herêmên di bin kontrola Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ya bi piştgiriya Tirkiyeyê de 63 bûyerên revandinê çêbûne."
Nûvekirina herî dawî: 09:14:55