Gelo wê PWK û HAK-PAR vê bikin???
''Em miletekî mezin û qedîm in. Li vê cîhanê tu milet weke kurd bi nifûsa xwe ya mezin bê dewlet nema ne. Mafê meye ku em jî bibin xwedî dewleta xwe. Ji bona vê jî divê em bi xwe li hev bin, yekitî û yekrêziya nava xwe bixuliqînin. Di bin sîwaneke neteweyî de yekitiya xwe pêk bînin. ''

Îro ji her demê bêtir pêwîstiya kurdan ji hev heye. Belavbûn û lawazbûna tevger û partiyên Kurdistanî di fêda dagirkerande ye. Xurtbûn û yekgirtina wan dê xewên şevan li dagir-ker û pêgirtên wan biherimîne.
Îro nakokiyên di nava me rewşenbîr, ronakbîr û siyasetmedaran de, yek jê ji ber tunebûna hêzeke me ya xurt, neteweyî û girseyî ye. Heger em xwedî hêzeke bi qawetbana wê bondara wê li ser hemî tevger û civata Kurdistanê heba. Heger em dixwazin ji vê lawazî û belavbûnê xelas bibin, tenha rêya wê yekitî û yekrêziya nava mala me ye.
De haydê kerem bikin Kurdno, siyasetmedarno, nivîskar û rewşenbîrno, roj roja xîretê ye. Roj roja bilindkirina dengê Kurdistaniyan e. Îro li bakurê Kurdustanê rojev di destê kemalîstên kurdan deye. Ew jî lê dixebitin ku kurd negihêjin tu mafan.
Em miletekî mezin û qedîm in. Li vê cîhanê tu milet weke kurd bi nifûsa xwe ya mezin bê dewlet nema ne. Mafê meye ku em jî bibin xwedî dewleta xwe. Ji bona vê jî divê em bi xwe li hev bin, yekitî û yekrêziya nava xwe bixuliqînin. Di bin sîwaneke neteweyî de yekitiya xwe pêk bînin.
Îro başûrê Kurdistanê gav bi gav berbi serxwebûnê ve dihare. Ji bona wir mafê xwe ê dewletbûnê bi dest bixe, divê li bakurê Kurdistanê yekitiyek xurt û neteweyî pêk bê. Xurbûn û bi hêzbûna bakurê kurdistanê ji bona başûrê Kurdistanê şanseke mezin û piştgiriyeke bê hempa ye.
Niha di qada navneteweyî de, kurd xwedî şanseke mezin in. Ji ber ku îro kêm zîde piştgiriyek navneteweyî ji bona kurdan çêbû ye. Divê em weke kurd vê şansê baş pêkbînin. Heger em yekitiya nava xwe ragihînin, piştgirên me hene. Ev jî şanseke ku piştî sed salan bi dest me kurdan ketiye.
Divê em weke carên berê vê şansê ji dest bernedin. Dostên me li benda hevkarî û yekrêziya me ne. Divê em dostên xwe bê hêvî nekin. Bi yekitî û yekrêziya nava me, em ê bikaribin mafê xwe ê rewa bi dest bixin.
Ji bona ku ev firset ji dest me nere, divê demildest PWK û HAK-PAR li ser asasê damezrandina yekrêzî û tifaqeq berfireh bikevin nav danûstendinan. Li bakurê Kurdistanê, hêvî îro ew in. Divê ew jî li hember hev bibin xwedî tolerans, kêmanî û zêdeyiyên hev temam bikin. Bi tund û tûj li gel hev nedin û nestînin.
Li bakurê Kurdistanê roj bi roj kurd têk diharin. Ji bona parastina yên mayî yekitî û yekrêziyek bi hêz pêwîst e. Li gor min destpêka vê jî divê PWK û HAK-PAR pêk bînin.
Em dizanin û tê zanîn ku heta roja îro ciwanên salên 1965-80ê karê azadî û serxwebûna Kurdistanê hilgirtibûn ser milên xwe. Êdî ew jî westiyanin, kal û pîr bûne, bi vî halê xwe jî dest ji karê siyasî bernedanin. Meydana Kurdistatanê vala nehiştine ku dagir-ker û pêgirtên wan hespên xwe lê bidin çargavê. Mala wan hezar caran ava be ku wan ev erka xwe anîn û tînin cih.
Yekitiyek bi hêz û qawet, dê ji bona ciwan, nivîskar û kesên ji welatê xwe hez dikin bibe hêviyek, bibe rê û rêbazek da ku hemî beşên civatê di nava partî an Eniyek Kurdistanî de cihê xwe bigirin.
Destpêk û rêya wê li hevkirin û bi hevre dest avêtana karê ji bona bi destxistina mafê kurdan li bakurê kurdistanê, bi gav avêtina ewil ya PWK û HAK-PARê tê çareserkirin. Li gor min rêya serketinê ev e. Bila ji wir bê destpêkirin ku em bikarim ji bona xebatên berfireh gavên asasî biavêjin.
Helbet daxwaz ewe ku li gel van herdu partiyên Kurdistanî yên din jî hebin baştir û rasttir e. Lê divê ji dereke de bê destpêkirin.
Îro daxwaz, xwestek û hêviya gel û rewşenbîrên kurd ev e ku ev gava pîroz ji PWK û HAK-PARê de bê destpêkirin. Lîstik, plan û projeyên mezin yên ji bona tunebûna kurdan li ser serê me, bi destên Kemalîstên kurdan tê gerandin. Pêşî li vê girtin, tenha yekitî û yekrêziya nava me ye.
Divê em weke rewşenbîr, nivîskar, ronakbîr û beşên civatê jî zorê bidin partiyên xwe da ku vê daxwaza me pêk bînin. Ji ber ku em bi hevre xurtir in.
Ji bîr nekin ku di dema belavbûna dewleta Osmanî de kurd yekbana ewên jî weke gelek neteweyên din bibana xwedî dewleta xwe. Êşa me ne li hevbûn û neyekrêziya nava mala me ye.
Dîsa jî bîr nekin ku heger li başurê Kurdistanê bi serpereştiya Barzaniyan heyş eşîrên kurdan yekitiya xwe pêk neanîbana û di serpreştiya nemir Îdrîs Barzanî de eniya Kurdistanî nehatiba avakirin, di bû ku îro başûrê Kurdistanê jî tune ba…
Ji bîr nekin ku îro hevîya kurdan û çavên wan li benda partiyên me ne ku vê daxwaza me pêk bînin. Da ku em jî li ser erda xwe bi azadî bijîn û bibin xwedî dewleta xwe..
Bûbê Eser
Nûvekirina herî dawî: 09:13:07