Îsraîl: Bila hemû dîplomatên me ji Tirkiyeyê derkevin

Îsraîlê bangî hemû dîplomatên xwe yên li Tirkiyeyê kir ku vegerin welatê xwe.

20 Cotmeh 2023 - 09:33
20 Cotmeh 2023 - 09:33
 0
Îsraîl: Bila hemû dîplomatên me ji Tirkiyeyê derkevin

Li gorî agahiyan, dîplomatên Îsraîlê ji ber sedemên ewlehiyê bi awayekî demkî ji Tirkiyeyê derdikevin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, Îsraîlê bangî tevên welatiyên xwe kir ku Tikiyeyê biterikînin.

Herwiha Îsraîlê xwestiye ku Balyoza Îsraîlê ya Tirkiyeyê Irit Lillian ji vegere welatê xwe.

Ev biryar ji ber nîgeraniyên ewlehiyê hatiye wergirtin û biryareke demkî ye.

Ji ber êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê li piraniya bajarên Tirkiyeyê, li ber avahî û nûnertiyên Îsraîlê xwepêşandan tên kirin.

Di çend rojên borî de hinek xwepêşanderan bi fîşekên hewayî êrişî beşek ji nûnertiyên Îsraîlê yên li Tirkiyeyê kiribû.

Buroya Ewlehiya Niştîmanî ya Îsraîlê, 17ê mehê jî bangî welatiyên Îsraîlê kiribû ku ji Tirkiyeyê derkevin.

Ev nûçe bi tevahî 562 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:57:19