Îsraîlê başûrê Libnanê bi tundî bombebaran kir

Balafirên şer ên artêşa Îsraîlê başûrê Libnanê bi tundî bombebaran kirin.

11 Cotmeh 2025 - 11:01
11 Cotmeh 2025 - 11:01
 0
Îsraîlê başûrê Libnanê bi tundî bombebaran kir

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Libnanê de hatine belavkirin, artêşa Îsraîlê bajarokê el-Musaylihê yê li başûrê Libnanê armanc kiriye.

Di nûçeyan de hat ragihandin ku li herêma ku artêşa Îsraîlê zêdetirî 10 caran hedef girtiye, teqînên bihêz çêbûne û li tesîsên pîşesaziyê wêraniyeke mezin çêbûye.

Di nûçeyan de amaje bi wê yekê hat kirin ku li herêma hedefgirtî buldozer hebûne û rêya bejahî ya Musaylih-Necariyeyê hatiye girtin.

Li aliyê din, di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat îdiakirin ku li başûrê Libnanê binesaziya Hizbulahê hatiye hedefgirtin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew wesayîtên ku tê îdiakirin "Hizbulahê ji bo ji nû ve avakirina binesaziyê bi kar dianîn" hatine hedefgirtin.

Her wiha hat gotin ku hebûn û çalakiyên Hizbulahê yên li herêmê agirbesta di navbera Îsraîl û Libnanê de bin pê dike.

Îsraîl peymana agirbestê ya ku di 27ê Çiriya Pêşîn a 2024an de bi Libnanê re îmze kiribû, bi êrişên xwe yên hema hema rojane bin pê dike.

Li gorî amarên fermî, Îsraîlê zêdetirî 4 hezar û 500 caran peyman bin pê kiriye û di van êrişan de herî kêm 283 kes hatine kuştin û 630 kes jî birîndar bûne.

Pevçûnên kontrolkirî yên di navbera Hizbulah û Îsraîlê de ku di Çiriya Pêşîn a 2023yan de dest pê kiribûn, di sala 2024an de tundtir bûbûn.

Di êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser Libnanê de zêdetirî 4 hezar kesan canê xwe ji dest dabû û nêzîkî 17 hezar kes jî birîndar bûbûn.

Artêşa Îsraîlê ku di dema êrişên bejahî yên li ser Libnanê de ketibû bajarokên ser sînor, tevî madeya vekişînê ya di peymana agirbestê de hîn jî li 5 xalên herêmê ye û leşkerên wê ji wan herêman derneketine.

 

Ev nûçe bi tevahî 29 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:31:04