Hemasê nasnameya kesên ku li Qeterê di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin eşkere kir

Hemasê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li şandeya dan û standinan a Hemasê ya li Qeterê de kurê yek ji lîderên payebilind ên tevgerê Xelîl el-Heye û rêveberê ofîsa wî hatine kuştin.

10 Îlon 2025 - 10:23
10 Îlon 2025 - 10:23
 0
Hemasê nasnameya kesên ku li Qeterê di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin eşkere kir

Hemasê piştrast kir ku serkirdeyên wê ji êrişê sax filitî ne lê 6 kesên din hatin kuştin ku di nav de efserekî ewlehiyê yê Qeterî jî heye.

Endamê Polîtburoya Hemasê Suheyl el-Hindî ji televîzyona Al Jazeerayê ya Qeterê re got, di êrişa Îsraîlê ya li şandeya dan û standinan a Hemasê ya li Dohayê de, rêveberê ofîsa Xelîl el-Heye, Cîhad Lebed û kurê wî Hemam el-Heye jî di nav de, hinek kes hatin kuştin.

El-Hindî anî ziman ku êriş di dema civîneke şandeya dan û standinan de çêbûye ku ji bo gotûbêjkirina pêşniyara Amerîkayê li dar xistibûn û got, serkirdeyên Hemasê Xelîl el-Heye û Zahîr Cebarîn ji hewla sûîqestê filitîne.

Hindî tekez kir ku Hemas ji ber êrişê rêveberiya Amerîka û Îsraîlê wekî berpirsyar dibîne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê pêşniyareke nû pêşkêşî Hemasê hatiye kirin.

Balafirên şer ên Îsraîlê îro li Qeterê êrişî avahiyeke ku lîderên payebilind ên Hemasê tê de diciviyan, kiribû.

Çavkaniyekî ku ji Al Jazeerayê re axivîbû û nexwestibû navê wî bê eşkerekirin, gotibû ku di êrişê de rêveberên Hemasê ji sûîqestê filitîne.

Li aliyê din, medyaya Îsraîlê îdia kiribû ku di êrişê de 6 rêveberên payebilind ên Hemasê ku Xelîl el-Heyye jî di nav de bû, jiyana xwe ji dest dane.

 

Ev nûçe bi tevahî 71 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:52:00