Japonyayê êrişa li Kormorê şermezar kir: ‘Em bi Kurdistanê re ne’
Nêçîrvan Barzanî şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Japonyayê pêşwazî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Japonyayê pêşwazî kir ku bi serokatiya Birêvebirê Kar û Barên Rojhilata Navîn Masamichi Sugaya çûbûn serdanê.
Di hevdîtinê de ku Balyozê Japonyayê yê Îraqê Akira Endo jî amade bû, pêwendiyên Japonyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa giştî ya Îraqê û derfetên kar û veberhênana Japonyayê ya li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de her du aliyan tekezî li ser xwesteka dualî ya ji bo bipêşxistina pêwendiyan û berfirehkirina hevkariya hevbeş a di navbera wan de di hemû waran de kir.
Nêçîrvan Barzanî pesnê kar û projeyên Ajansa JICAyê û şirketên Japonyayê û rola wan a li Îraq û Herêma Kurdistanê da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şandeya Japonyayê li gel şermezarkirina êrişa li Kormorê, piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê ducare kir.
Her wiha amadebûn û xwesteka welatê xwe ya ji bo beşdariya zêdetir a di pêvajoya avedankirin û bipêşxistina li Îraq û Herêma Kurdistanê de nîşan da.
Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên herêmê, çend mijarên din ên hevdîtinê bûn.
Nûvekirina herî dawî: 10:14:13