Mislim: Peymana 10ê Adarê li ser maseyê ma, gav nehatin avêtin
Siyasetmedarê Kurd Salih Mislim eşkere kir ku Peymana 10ê Adarê li ser maseyê maye û piştî çûna Ehmed Şer a Washingtonê ti gav nehagtine avêtin.
Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim li ser Peymana 10ê Adarê û rewşa dawî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Mislim bal kişand ser hevrêziya "veşartî" ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê û hişyarî da ku êrişên li ser Elewî û Durziyan nîşana wê yekê ne ku hikûmeta Şamê ji DAIŞê re deriyan vedike.
Endamê Desteya Serokatiyê ya PYDyê Salih Mislim peyama Abdullah Ocalan a li ser entegrasyonê jî parve kir û got, "Heke demokrasî nebe, entegrasyon jî tune ye."
Hevdîtinên Şam û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê yên ku li ser "Peymana 10ê Adarê" pêk dihatin, hîn jî ne diyar in.
Piştî hevdîtina li Washingtonê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ji bo entegrekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a di nav artêşa Sûriyeyê de û "peymaneke ewlehiyê" ya bi Îsraîlê re pêşketinên nû hatibûn ragihandin.
"Gotin li wir man û ti gav nehatin avêtin"
Mislim destnîşan kir ku berî ku Ehmed Şer biçe Washingtonê, bi Rêveberiya Xweser re hevdîtin hatine kirin û got ku ji bo bicihanîna Peymana 10ê Adarê komîte hatine avakirin.
Salih Mislim diyar kir ku pêvajo pişt re bi pêş neketiye û wiha pê de çû:
"Me li ser çend tiştan li hev kir. Xuya ye, xwestiye nîşan bide ku nermbûn çêbûye û çûye Amerîkayê da ku bibêje, 'Binêrin, em bi Rêveberiya Xweser re dicivin û pirsgirêkan çareser dikin.'
Bi rastî, Amerîka jî dixwaze ku pirsgirêk werin çareserkirin û planeke wan heye. Derbarê Peymana 10ê Adarê de gelek nîqaş hatin kirin.
Wan Hakan Fîdan jî anî wir û wî jî got, 'Divê Peymana 10ê Adarê bê bicihanîn.' Axaftinên wî nerm bûn lê piştî vê yekê, gotin li wir man û ti gav nehatin avêtin."
Helwesta Tirkiyeyê
Salih Mislim destnîşan kir ku Tirkiyeyê bi berdewamî teqezî li ser pêkanîna Peymana 10ê Adarê kiriye lê li pişt perdeyê polîtîkayeke berevajî dimeşîne û got:
"Ew bi awayekî veşartî tevdigere. Di navbera Tirkiye û birêvebiriya Şamê de têkilî hene û Şam di bin bandora Tirkiyeyê de ye.
Şam her tiştê ku Tirkiye dixwaze dike. Komên girêdayî Tirkiyeyê hin caran êrişî sînorên Rêveberiya Xweser dikin.
Dixwazin li Dêrezor, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê şer derxin.
Heta roja îro jî ew wekî komekê mane û ji Tirkiyeyê piştgiriyê distînin.
Wisa xuya dike ku Tirkiye gavên cuda diavêje û hewl dide astengiyan çêbike."
Endamê Hevserokatiya PYDyê diyar kir ku hinek komên di nav Tirkiyeyê de pirsgirêkên li Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û wiha domand:
"Ew dixwazin li Bakur aloziyê biafirînin û pêvajoyê têk bibin. Di nav Tirkiyeyê de kesên ku naxwazin pêvajo bimeşe hene.
Bi qasî ku em dibînin, pêvajo niha ji hêla kesan ve tê birêvebirin. Yek jê Ehmed Şer e, yê din Şeybanî ye. Têkiliyên wan ên derve hene, ji ber vê yekê ew bi rastî çareseriyê naxwazin.
Tiştê ku 10ê Adarê qewimî ji bo tevahiya herêma Sûriyeyê bû. Wekî ku em fêm dikin, hêzên hegemonîk li Sûriyeyê aştî û aramî xwestin.
Bê guman, ew ji bo berjewendiyên xwe bû. Aştî û aramî bi Peymana 10ê Adarê ve girêdayî ye.
Ew dixwazin ji hundir ve hilweşînin; ew naxwazin Peymana 10ê Adarê bi pêk bînin."
"Divê deriyên sînor bên vekirin"
Salih Mislim teqezî li ser pêwîstiya vekirina sînorên bi Tirkiyeyê re kir û diyar kir ku ew ji bo baştirkirina têkiliyên bi Tirkiyeyê re dixebitin û got:
"Ev daxwaza Rêveberiya Xweser e. Ji ber ku em bi hev re dijîn, em her tiştî parve dikin.
Divê Peymana 10ê Adarê bi Tirkiyeyê yan jî Başûrê Kurdistanê re bê pêkanîn.
Hikûmeta Sûriyeyê heta niha daxwazeke wisa nekiriye. Em jî dixwazin li hev bikin. Em dixwazin welatiyên me karibin bi azadî werin û biçin."
Rewşa Elewî û Durziyan
Mislim li ser êrişên dawî yên ku hikûmeta Şamê li dijî Elewî û Durziyan dest pê kirine jî axivî.
Endamê Hevserokatiya PYDyê da zanîn ku Peymana 10ê Adarê ji bo hemû Sûriyeyê bûye û wiha berdewam kir:
"Bendên 1 û 2 ji bo hemû komên etnîkî yên li Sûriyeyê bûn. Durzî û Elewî hene. Ew peyman di dema komkujiya Elewiyan de hatin îmzekirin.
Ev peyman ji bo rawestandina komkujiya Elewiyan hat pêkanîn.
Wisa xuya dike ku nêrînên hikûmetê di vî warî de ne zelal in.
Heta niha, hikûmetê dixwest hikûmeteke navendî, hêzeke yekan e pêk bîne. Ew dixwaze li her kesî hikûm bike û kes dengê xwe dernexe.
Tiştê ku îro bi serê Elewî û Durziyan tê, Elewî neçar in ku xwe biparêzin. Durziyan ji sala 1946an ji damezirandina Sûriyeyê ve her tim parastina Sûriyeyê kiriye.
Hikûmet dibêje, 'Divê her kes Misilman be. Durzî ne Misilman in', dibêjin 'Elewiyan ola xwe terk kiriye.'
Ji ber vê yekê berteka heyî ya li dijî hikûmetê çêdibe.
Hikûmet dixwaze dijminatiyê bidomîne, helwesta wê ya li ser Pirsgirêka Kurdan wisa ye. Ev ji bo paşeroja Sûriyeyê ne baş e."
Hevkariya DAIŞ û hikûmeta Şamê
Mislim bal kişand ser hevkariya di navbera hikûmeta Şamê û DAIŞê jî û got:
"Dema ku DAIŞê li dijî me şer dikir, her kes direviya. Ew çûn Îdlibê û nav û cilên xwe guhertin.
Tiştê ku li wir qewimî şanoyeke veşartî bû. Dema ku hikûmeta HTŞyê hat ser desthilatê, ew hîn jî li wir bûn.
Şaneyên razayî jî şiyar bûn. Dema ku hikûmet hat rûxandin, gelek koman çek hilgirtin. Muftiyê wan derket û got, 'Ew Misilman in, şerê wan mekin.'
Wan got, 'Ehmed Şer, tu bi dijminên Îslamê re dicivî, ev nayê qebûlkirin.' Yên li Dêrezorê şiyar bûn û çek hilgirtin.
Ji ber vê yekê em nikarin bêjin ku hikûmet dê li dijî DAIŞê şer bike.
Ew ji hêla îdeolojîk ve yek in, ji ber vê yekê em vê mijarê cidî nabînin. Hêzên navneteweyî jî dest bi nirxandina vê yekê kirine."
Peyama Ocalan: Bêyî demokrasiyê entegrasyon çênabe
Mislim behsa çûna Komîsyonê ya Îmraliyê û peyamên Ocalan ên ji bo Rojavayê Kurdistanê jî kir û got:
"Wan dixwest Rêber Apo derkeve û bibêje, 'Em hemû Sûriyeyê, hemû Kurdan feda dikin.' Rêber Apo careke din îsbat kir.
Ew nabêje, 'Gelê Rojava dê teslîmî cîhadiyan bibe.' Ew dibêje, 'Divê li wir pergaleke demokratîk hebe da ku entegrasyon çêbibe.
Bêyî pergaleke demokratîk, li Sûriyeyê entegrasyon çênabe.'
Avakirina pergaleke demokratîk dê bandorê li Tirkiyeyê jî bike.
Ew teqeziyê li ser demokrasiyê dike. Bêyî demokrasiyê, entegrasyon çênabe.
Ew dibêje, 'Li her cihê entegrasyon hebe, divê di nav demokrasiyê de be.'
Em jî demokrasiyê diparêzin lê eger hişê me demokratîk nebe, wê demê entegrasyon dijwar e.
Em her tim dibêjin: Gelê me li her çar parçeyan her tim têdikoşe.
Gelê Kurd vê pêvajoyê bi rê ve dibe. Em dixwazin bi hev re demokrasiyê bînin, ji ber ku eger demokrasî were, ew dê ji me re çareseriyekê bîne."
Nûvekirina herî dawî: 08:49:50