Jenosîda Helebceyê Li Rêxistina Parêzgeha HAK-PAR'a Stenbolê Hat Bîranin

Bi vesîleya salvegera Jenosîda Helebçeyê, di 16ê Adara 2026an de li binaya parêzgeha HAK-PAR a Stenbolê merasîmek bîranînê hat lidarxistin.

16 Adar 2026 - 22:39
16 Adar 2026 - 22:39
 0

Di merasîmê de Serokê Giştî yê HAK-PAR Düzgün Kaplan, rêvebirên navendê yên partiyê, nûnerê PWK ê Stenbolê Cengiz Güngör, heyeta PWK, serokê Hezkurd Av. Suphi Özgen û heval û dostên partiyê beşdar bûn.

Vekirina bernameya bîranînê ji aliyê Serokê Koordînasyona Parêzgeha Stenbolê ya HAK-PAR Hakan Yıldız ve hat kirin. Piştî wê, ji bo bîranîna şehîdên ku li Helebçeyê jiyana xwe winda kirin, deqeyek rêzgirtin hat kirin.

Hakan Yıldız di axaftina xwe de got ku Jenosîda Helebçeyê trajediyek mezin e ku di dîroka gelê Kurd de şopên kûr hiştiye. Wî tekez kir ku ev jenosîd sûcek li dijî mirovahiyê ye û bal kişand ser wate û girîngiya rojê.

Di bernameyê de her weha daxuyaniyên çapemeniyê yên bi Kurdî û Tirkî ku ji aliyê HAK-PAR ve bi vesîleya salvegera Jenosîda Helebçeyê hatibûn amadekirin, hatin xwendin û bi raya giştî re hatin parve kirin.

Piştre Serokê Giştî yê HAK-PAR Düzgün Kaplan di axaftina xwe de got ku Jenosîda Helebçeyê di bîra gelê Kurd de wekî êşek ku nayê jibîrkirin cih girtiye. Kaplan tekez kir ku tiştê ku li Helebçeyê qewimî jenosîd û sûcek li dijî mirovahiyê ye.

Kaplan di axaftina xwe de her weha bal kişand ser pêşveçûnên siyasî yên dawî li Rojhilata Navîn û Kurdistanê, û diyar kir ku tensiyona ku di navbera ABD, Îsraîl û Îranê de heye, dikare ji bo Kurdan encamên girîng biafirîne.

Piştre nûnerê PWK ê Stenbolê Cengiz Güngör û helbestvanê Kurd ê Sûriyeyê Abdülmecit Kapazan (Bavê Şado) jî li ser wateya roja bîranînê axaftinên kurt kirin.

Merasîma bîranîna Jenosîda Helebçeyê, bi axaftinên kurt ên endamên HAK-PAR li ser wateya rojê re bi dawî bû.

Ev nûçe bi tevahî 44 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:42:51