Jews News: Bi sedan pîlotên kurd li Îsraîl û Efrîqeya Başûr perwerde dibînin
Malpera Jews Newsê li ser zimanê çavkaniyan ragihand ku nêzîkî 200 pîlotên kurd li Îsraîl û Efrîqeya Başûr tên perwerdekirin

Li gorî nûçeya ajansa Spûtnîk ku dispêre îdîaya malpera Jews Newsê tê gotin ku 200 pîlotên Kurd li Îsraîl û Efrîqeya Başûr perwerdeyê dibînin.
Malpera Jews Newsê li ser zimanê çavkaniyan ragihand ku nêzîkî 200 pîlotên kurd li Îsraîl û Efrîqeya Başûr tên perwerdekirin ji bo şerê li dijî Bexdayê û wiha dewam kir: "Çekên berevaniya hewayî, topxaneyên menzîldirêj, helîkopter û balafirên şerî bo Hewlêrê diçin û ji bo şerekî berfireh li dijî Iraq û Îranê."
Herwiha li gorî heman çavkaniyê Netenyahu bi awayekî bi rêk û pêk serdana Hewlêrê dike ku di sê munasebetên cuda de bi Barzanî re civiyaye û jê re teqez kiriye ku şer çêbibe, Îsraîl dê piştgiriya Kurdistanê bike.
Hêjayî gotinê ye ku heta niha derbarê têkiliya Kurdistan û Îsraîlê û perwerdeya pîlotên kurd de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Nûvekirina herî dawî: 22:33:47