Ji Brîtanya ber bi Kurdistanê ve serlêdanek girîng!
Wezîrê berevaniya Birîtanya Michael Fallon ragihand: “Îro piştî nîvro ezê serdana bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê bikim.”

Fallon di kongirekî rojnamevanî de li Bexdayê got: "Ezê li Hewlêrê derbarê referandoma serxwebûna Kurdistanê li gel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotûbêjan bikim û behsa pêkve karkirinê li gel Netewên Yekgirtî bikim, ji bo dîtina bedîlekî ji referandomê re.”
Serdana wezîrê berevaniya Birîtanya ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê di demekê de ye, ku biryar e roja 25 vê mehê gelê Kurdistan çarenivîsa xwe destnîşan bike û bi riya referandomê biryara serxwebûna Kurdistanê bide.
Nûvekirina herî dawî: 00:43:43