Ji Lijneya Wezîran hişyariya provakasyonan!

Lijneya Wezîrên Herêma Kurdistan, kesên ku di nav civakê de kaos û tundîtî derdixwe bi tundî şermezar kir.

30 Cotmeh 2017 - 04:58
30 Cotmeh 2017 - 04:58
 0
Ji Lijneya Wezîran hişyariya provakasyonan!

Serokatiya Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand, destekî fitneçî heye ku dixwaze fitne û tundûtîjiyê bike ku em bi tundî şermezar dikin û em hişyariyê jî didin, ku her kesek ku fitneyê û tundûtîjiyê bike, dê bi awaykî tund were cezakirin.

Di daxuyaniya Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê de tê gotin, diyar e ku îşev li çend cihan li Herêma Kurdistanê hewla fitneyê û tundûtîjiyê çê bûye ku bûye sedema nîgeranî û tirsa hevwelatiyan. Em daxwaz ji hêzên Asayiş û polîs dikin ku rewşê kontrol bikin û rê nedin ku ti kirdarekî nexwestî rû bide û rêgiriyê li her destdirêjiyekê bo ser baregehên hizbî û navendên hikûmî û siyasî bikin.

Wiha xuya ye ku destekî fitneger heye ku dixwaze fitneyê û tundûtîjiyê bike ku em bi tundî şermezar dikin û em hişyariyê jî didin her kesek ku fitneyê û tundûtîjiyê bike, dê bi awaykî tund û bi awayekê yasayî were cezakirin. Herwiha em daxwaz ji hevwelatiyên xotevî dikin ku vegerin malên xwe û aramiyê biparêzin, hemû hevakrî û hemahengiyekê jî li gel hêzên ewlehiyê bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1005 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:11:26