Ji Pêşmerge bo tehdîtan bersivek tund!

Pêşmerge yên Kurdistanê; "Ti kes nikare pê bixe nava xaka me û çawan ku me DAIŞ şikand, em dê bi heman awayî rê li her kes û aliyan bigirin, ku bixwazin xaka me dagîr bikin.” Pêşmerge dibêje: “Em dê Kurdistanê bikin goristana dijminan.”

12 Cotmeh 2017 - 04:16
12 Cotmeh 2017 - 04:16
 0
Ji Pêşmerge bo tehdîtan bersivek tund!

Piştî ku Encumena Asayişa Kurdistanê da zanîn ku tirsa wê heye hêzên Iraqî êrişî Kurdistanê bi taybet Kerkûkê bikin, hêzên Pêşmerge jî bersiva wan tehdîd û metirsiyan dan.

Di daxuyaniya Fermandariya Hêza Piştevaniya Yek de tê gotin: “Piştî wê serkevtina mezin a ku gelê Kurdistanê di proseya referandumê de tomar kir û biryar li paşeroja xwe da û bi rêjeyeke zêde dengê Belê serkevtin bi dest anî, hinek alî û kesatî dest bi gefkirina li xelk û xaka Kurdistanê kirine.”

Fermandariya Hêza Piştevaniya Yek a ser bi Fermandariya Hêza Piştevaniya Yek ve hişyarî dide her kes û aliyekê ku gefan li gelê Kurdistanê dikin, ku dê hêzên pêşmerge dê bi tundî rûbirûyê wan bibin û gelê Kurdistanê jî piştrast dike ku kes nikare derbasî nava xaka Kurdistanê be.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Em gelê xwe piştrats dikin ku kes nikare pê bixe nava xaka me û çawan ku me mezinatiya DAIŞê şikand, em dê bi heman şêweyê rê li wna kes û aliyan jî bigirin ku bixwazin xaka me dagîr bikin.”

Ev nûçe bi tevahî 990 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:19:34