Pêşmerge bo tedbîrê riyên di navbera Dihok û Hewlêrê de li gel Mûsilê girtin

Hat ragihandin ku jibo tedbîran Îro Pêncşemê (12/10/2017) herdu riyên serekî Dihok-Mûsil û Hewlêr-Mûsil hatin girtin.

12 Cotmeh 2017 - 04:56
12 Cotmeh 2017 - 04:56
 0
Pêşmerge bo tedbîrê riyên di navbera Dihok û Hewlêrê de li gel Mûsilê girtin

Li gorî ragihandina zanyariyên berdest tê gotin ku biryara girtina wan riyan bi sedema nakokiyên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ye, lewra hêzên Pêşmerge riyên serekî di navbera Hewlêr - Mûsil û Dihok - Mûsil bi awayekî demkî girtin.

Ev pêngava hêzên Pêşmerge piştî hişyariya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistan hat, ku behsa amadekariyên êrîşeke mezin ji aliyê hêzên Iraqî ve kiriye, ku pilan heye hêzên Iraqî êrîşî Kerkûk û bakurê parêzgeha Neynewa bike.

Ev nûçe bi tevahî 1431 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:05:18