Ji Tehliyekirina Bîlgen ra îtiraz

Serdozgeriya Amedê ji nû ve girtina Ayhan Bîlgen xwest.

9 Îlon 2017 - 04:34
9 Îlon 2017 - 04:34
 0
Ji Tehliyekirina Bîlgen ra îtiraz

Serdozgeriya Amedê bi daxwaznameyeke ku pêşkeşî dadgehê kir de, îtiraz li tehliye kirina Ayhan Bîlgen kir û got ku ji ber delîlên li ser wî hikmên kontrola edlî têr nakin û divê ji nû ve biryara girtinê were derxistin.

Dadgeha Cezayê Giran a 5an li Stenbolê, 7ê Îlonê biryara tehlîyekirina Bîlgen dabû û heman rojê êvarê jî parlamentarê HDPê ji girtîgeha Silîvrî ya Stenbolê hatibû derxistin.

Her wiha berdana Ayhan Bîlgen hejmara parlementerê HDP yên girtî ket 9'an.

Ev nûçe bi tevahî 2030 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:46:29