Ji Xezeyê dîsa bêhna şer difûre, gelek kuştî hene
Îsraîlê şeva borî bi balafirên şer êrişî Xezeyê kir.

Li gorî hinek çavkaniyan, di van êrişan de 18 kes û li gorî hinek çavkaniyan jî 35 kes mirine.
Berpirsên tenduristiyê û şahidên bûyerê ragihand ku Îsraîlê di êrişên xwe yên asmanî de, li herêma ku wekî "xeta zer" tê binavkirin, mal, otomobîleke sivîl, stargehek û nexweşxaneyek kirine armanc.
Li gorî çavkaniyan, di êrişa dawî ya artêşa Îsraîlê de ku li bajarokê Beyt Lahiyayê yê li bakurê Xezeyê dibistaneke Filistîniyên koçberbûyî kiribû armanc, 3 Filistînî mirine û gelek kes jî birîndar bûne.
Berpirsên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Şîfayê ya li rojavayê bajarê Xezeyê jî anî ziman ku di êrişa hêzên Îsraîlê ya li ser avahiyeke li nêzîkî Çarrêya Ebdulalê ya li ser Cadeya El-Celayê de zarokek miriye û gelek kes jî birîndar bûne.
Berpirsên tenduristiyê û çavkaniyên xwecihî ragihand ku artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên li ser deverên cuda yên Xezeyê didomîne.
Hemas û Îsraîlê 10ê vê mehê agirbest pejirandibû û şer û pevçûn rawestiyabûn û dest bi berdana dîl û girtiyan hatibû kirin.
Nûvekirina herî dawî: 19:54:37



































































































































































