Neteweyên Yekbûyî: Vekişîna PKKyê pêngaveke girîng e

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric eşkere kir ku vekişina gerîlayên PKKyê pêgaveke girîng e ji bo aştiyê

28 Cotmeh 2025 - 10:31
28 Cotmeh 2025 - 10:31
 0
Neteweyên Yekbûyî: Vekişîna PKKyê pêngaveke girîng e

Dujarric biryara PKKyê ya vekişandina hêzên xwe ji Tirkiyeyê ji Rûdawê re nirxand û ew wekî "pêngaveke girîng a ber bi çareseriyeke aştiyane ve" bi nav kir.

Nûçegihanê Rûdawê di konferanseke rojnamegeriyê de pirsa helwesta Sekreterê Giştî ya li ser destpêkirina vekişîna PKKyê ji Stephane Dujarric kir.

Stéphane Dujarric diyar kir ku Sekreterê Giştî pêşketinên derbarê PKKyê gelekî ji nêz ve dişopîne.

Stephane Dujarric got, "Em ji daxuyaniya PKKyê ya ku eşkere kiriye ku hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne Îraqê agahdar in."

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî amaje bi pêvajoya çareseriyê jî kir û wiha got:

“Belê. Bê guman Sekreterê Giştî gelekî ji nêz ve pêşketinên derbarê Partiya Karkerên Kurdistanê û biryara wê ya danîna çekan û xwefesixkirinê dişopîne.

Em ji daxuyaniya PKKyê ya ku diyar kiriye ku hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne Îraqê agahdar in.

Ev biryar, eger bê pêkanîn, dê bibe pêngaveke din a girîng a ber bi çareseriyeke aştiyane ya vî şerê demdirêj.

Sekreterê Giştî hemû aliyên pêwendîdar teşwîq dike ku bi niyeta pak ber bi pêkanînê ve biçin.”

 

Ev nûçe bi tevahî 7 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:37:41