Kalin û Şer civiyan: HSD û vegera penaberan hatin gotûbêjkirin
Serokê Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin li Şama paytexta Sûriyeyê ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî agahiyên ku Ajansa Anadoluyê ji çavkaniyên ewlehiyê wergirtine, di hevdîtina Serokê Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de mijarên ewlehiya dualî û herêmî hatine gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de tekezî li ser yekparçeyiya axa Sûriyeyê, serwerî, aramiya siyasî û aştiya civakî hatiye kirin û hatiye destnîşankirin ku Tirkiye dê her tim li kêleka Sûriyeyê be.
Li gorî agahiyan, “di hevdîtinê de behsa têkoşîna hikûmeta Sûriyeyê ya li dijî gefên navxwe û derve hat kirin û hat gotin ku Tirkiye amade ye her cure piştgiriya ku birêvebiriya Şamê pêwîstî pê hebe, bide”.
Di hevdîtinê de têkoşîna li dijî DAIŞê jî hatiye gotûbêjkirin û mijarên wekî bipêşxistina kapasîteya li Sûriyeyê, ewlehiya sînoran û deriyên gumrikê, başkirina şert û mercên aborî û vegera ewle ya penaberên Sûriyeyî hatine nirxandin.
Li aliyê din, Serokkomariya Sûriyeyê ragihand ku di hevdîtinê de “Peymana 10ê Adarê ya di navbera HSD û birêvebiriya Şamê de” hatiye gotûbêjkirin û Kalin “tekezî li ser yekparçeyiya axa Sûriyeyê kiriye”.
Nûvekirina herî dawî: 11:37:50