Akademîsyanan hişyarî da: ‘Aştiya ku tenê aliyek tê de bi ser bikeve zehmet e’

Di civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de akademîsyenan bal kişand ser aloziya pêvajoya çareseriyê.

18 Îlon 2025 - 10:36
18 Îlon 2025 - 10:36
 0
Akademîsyanan hişyarî da: ‘Aştiya ku tenê aliyek tê de bi ser bikeve zehmet e’

Di civîna ku di bin serokatiya Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş de pêk hat de Endama Fakulteya Zanîngeha Sabanciyê Prof. Dr. Ayşe Betul Çelîk û Endama Fakulteya Zanîngeha Bîlkentê Doç. Dr. Çerag Esra Çuhadarê derbarê pêvajoyên çareseriyê nirxandin kirin.

Prof. Dr. Ayşe Betul Çelîkê tekezî li ser wê yekê kir ku têgeha aştiyê bi şaşî tê fêmkirin û got:

“Aştî bi giştî wekî serkeftina leşkerî tê binavkirin lê mînakeke baş a aştiyê bi berdana dev ji ramana serkeftinê pêkan e.

Aştiyeke ku tenê aliyek bi ser bikeve gelekî zehmet e.”

Ayşe Betul Çelîkê da zanîn ku di pêvajoyên aştiyê de modeleke bêkêmasî nîne lê di her pêvajoyê de li gorî pirsgirkê nûjenî tên bipêşxistin û wiha axivî:

“Faktoreke serkeftinê ew e alî qebûl bikin ku çareseriya leşkerî ne mimkin e, ya din jî ew e bi qasî ku mimkun e gelek model tevlî pêvajoyê bibin.”

“Şaş e ku em aştiyê tenê di çarçoveya ewlehiyê de bixwînin”

Ayşe Betul Çelîkê bal kişand ser wê yekê ku pêvajoyên aştiyê tenê bi aliyê ewlehiyê ve nayên sînordarkirin û da zanîn:

“Şaş e ku em aştiyê tenê di çarçoveya ewlehiyê de bixwînin.

Di şerên demdirêj de mijar di nav hev de têne alandin.”

Çelîkê destnîşan kir ku saziyên civaka sivîl, rûspî û welatî dibin sedem ku pêvajoya aştiyê demdirêj û mayînde be û pêwîst e pêkhateya civakî ya ku ji ber şer xera bûye, were sererastkirin.

“Divê cerdevan werin bêçekkirin”

Çelîkê amaje bi tevlîheviya pêvajoya bêçekkirinê kir û bal kişand ser xaleke girîng:

“Ne tenê endamên rêxistinê yên ku çek hilgirtine, divê hêzên wekî cerdevanên gundan ên ku di vê pêvajoyê de hatine çekdarkirin jî werin bêçekkirin.”

Çelîkê diyar kir ku ji bo entegrasyona gerîlayan a bi civakê re divê piştgiriya aborî, derfetên kar ên demdirêj û derfetên perwerdeyê werin pêşkêşkirin û got:

“Di qonaxa entegrasyonê de yek ji xalên herî krîtîk ew e ku ev kes di nava civakê de cihê xwe bibînin.”

“Navê yasaya ku ev komîsyon derxe jî gelekî girîng e”

Prof. Dr. Çelîkê girîngiya pêvajoya avakirina baweriyê anî ziman û sedemên bingehîn ên têkçûna pêvajoyên aştiyê wiha rêz kir:

“Sedemên herî zêde yên têkçûnê; bêîstiqrarî, lawaziya peymanên aştiyê, nebaweriya aliyan a bi hev û îhtimala ji nû ve çekdarkirinê ne.”

Çelîkê girîngiya sembolîk a gavên ku komîsyon dê biavêje jî anî ziman û ev hişyarî da:

“Navê yasaya ku ev komîsyon derxe jî gelekî girîng e.

Eger beşdariya aborî û civakî bi ser nekeve, îstiqrar pêk nayê.”

“Mînakek nîne ku bi gavekê gihiştibe aştiyê”

Doç. Dr. Çuhadarê jî derbarê cewhera pêvajoyên aştiyê nêrînek anî ziman û got:

“Mînakek nîne ku bi gavekê gihiştibe aştiyê.

Pêvajoyên bi vî rengî pêvajoyên ku divê mirov bi sebr be.

Di vê xalê de ya herî krîtîk ew e ku hemû aktor îradeyeke bi îstiqrar nîşan bidin.”

Çuhadarê bi mînaka Kolombiyayê pêvajoya entegrasyona endamên rêxistinê ya bi civakê re nirxand û got ku divê ev li gorî taybetmendiyan were birêkûpêkkirin.

Doç. Dr. Çuhadarê rola krîtîk a beşdariya civakî di pêvajoyên aştiyê de anî ziman û ev tişt gotin:

“Beşdariya civakî meşrûiyeteke zêdetir dide pêvajoyên aştiyê.

Di pêvajoyên aştiyê de eleqeyeke zêde li ser maseya muzakereyê heye lê belê pêvajoyeke aştiyê ya berfireh ji muzakereyê gelekî zêdetir e.”

Çuhadarê diyar kir ku ew li ser 40 pêvajoyên aştiyê yên cuda xebitîne û got, dema ku di komîsyonan de nûnerên serbixwe hebin û bi lihevkirinê kar bikin, ev yek ji bo derbaskirina rewşa polarîzasyonê dibe alîkar.

 

Ev nûçe bi tevahî 14 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:38:06