Kerkûk: Heşdî Şebî hat bombebarankirin, kuştî û birîndar hene

Baregehên Heşda Şeibî yên li Enbar û Kerkûkê rastî êrîşên asmanî hatin

12 Adar 2026 - 11:01
12 Adar 2026 - 11:01
 0
Kerkûk: Heşdî Şebî hat bombebarankirin, kuştî û birîndar hene

Baregehên Heşda Şeibî li parêzgehên Enbar û Kerkûkê rastî êrîşên asmanî hatin. Li gorî amarên destpêkê, di van êrîşan de zêdetirî 34 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.

Firokeyên şer îro 12ê Adarê baregehên Heşda Şeibî li du parêzgehên Iraqê bombebaran kirin.

Êrîşa herî giran li navçeya Ukashat a parêzgeha Enbarê, li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê pêk hat. Li vê deverê baregeha Lîwaya 19emîn a Heşda Şeibî (ku wekî koma "Ensarullah El-Ewfîya" tê naskirin) hate armancgirtin.

Li gorî amarên destpêkê, di vê bombebaranê de herî kêm 30 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin û bi dehan çekdarên din jî birîndar bûne. Hat ragihandin jî, birînên hinek ji wan giran e. Ev lîwa wekî hêzeke nêzî Îranê tê naskirin û ji sala 2024an ve di "lîsteya terorê" ya Amerîkayê de ye.

Hevdem li gel êrîşa Enbarê, li parêzgeha Kerkûkê jî baregeheke hêzên taybet ên Heşda Şeibî hate bombebaran kirin. Ev baregeh li pişt Zanîngeha Îmam Cafer El-Sadiq a li Kerkûkê bû. Di encama vê êrîşê de 4 endamên Heşda Şeibî hatin kuştin û 6 endamên din jî birîndar bûn.

Tê diyarkirin ku ev êrîşên Amerîkayê wekî bersivekê ne ji bo wan êrîşên dironî û mûşekî ku bi berdewamî ji aliyê komên çekdar ve li dijî baregehên Amerîkayê yên li Iraq û navçeyê têne kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 34 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:04:38