Milîsên Îraqî gef li Ehmed Şer xwar: 'Em dê Sûriyeyê bikin qada şer'
Berxwedana Îslamî ya Îraqê ku wekî komên nêzîkî Îranê tên naskirin, hişyarî da serkirdeyê Sûriyeyê Ehmed Şer.

Komê ragihand ku her tevgera leşkerî ya li hemberî Libnanê wekî "ragihandina şer a li dijî eniya berxwedanê" tê hesibandin.
Berxwedana Îslamî ya Îraqê 11ê Adara 2026an daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Komê di daxuyaniyê de hişyariyên tund dan birêvebiriya nû ya Sûriyeyê.
“Tevgera li dijî Libnanê ragihandina şer e”
Di daxuyaniyê de ji bo Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer navê wî yê berê "Ebû Mihemed Colanî" hat bikaranîn û wiha hat gotin:
"Sedem çi be bila bibe, her tevgera ku bi hevahengî bi Amerîka û Îsraîlê re li dijî xaka Libnanê were kirin, wekî ragihandina şer a li dijî hemû eniya berxwedanê tê qebûlkirin."
Divê were bibîrxistin ku artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên li ser pêgehên Hizbulahê yên li başûrê Libnanê zêde kirine.
Hizbulahê di şerê ku 28ê Sibata 2026an di navbera Îran û hevpeymaniya Amerîka-Îsraîlê de derketibû de piştgiriya xwe ji bo Îranê ragihandibû.
“Em dê axa we bikin qada şer”
Berxwedana Îslamî ya Îraqê îdia kir ku kapasîteya wan a zererdana hêzên Amerîkayê ya li herêmê heye.
Komê diyar kir ku ew dikarin li hemberî operasyoneke gengaz a Sûriyeyê ya li dijî Libnan an Hizbulahê rawestin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin:
"Em zilmq birêvebiriya nû ya Sûriyeyê dibînin û em li benda hevahengiya wan a bi dijmin (Amerîka-Îsraîl) re ne.
Heke hûn cesaretê nîşan bidin û serweriya Libnan û gelê wê bin pê bikin, em dê axa we bikin qadeke şer a vekirî."
Êrişên li ser Herêma Kurdistanê
Ev koma çekdar ku sîwana milîsên Şîe yên nêzîkî Îranê ye, berê jî berpirsiyariya gelek êrişên bi mûşek û dronan ên li ser Herêma Kurdistanê xistibû stûyê xwe.
Wan berê êrişî deverên niştecihbûnê yên sivîlan, Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û tesîsên stratejîk ên enerjiyê kiribû.
Nûvekirina herî dawî: 12:01:37











































































































































































