Rojava: Amerîkayê hêzên nû şandin Qesrikê
Doh karwanekî leşkerî yê Amerîkayê yê ku ji wesayîtên zirxpôş û barhilgirên tiji kel û pelên leşkerî pêk dihat, ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Doh karwanekî leşkerî yê Amerîkayê yê ku ji wesayîtên zirxpôş û barhilgirên tiji kel û pelên leşkerî pêk dihat, ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.
Di nav vî karwanî de pergalên parastina asmanî jî hebûn.
Karwan gihîşt baregeha hêzên Amerîkayê ya li gundê Qesrikê ya li parêzgeha Hisîçayê (Hesekê.)
Baregeha Qesrikê
Ev baregeh wekî yekê ji saziyên leşkerî yên herî mezin ên Amerîkayê yên li Sûriyeyê tê hesibandin û sala 2015an hat avakirin.
Meha Kanûna Paşîn a îsal hêzên Amerîkayê beşek ji kel û pelên xwe yên leşkerî ji baregeha Qesrikê veguhastibûn.
Ew di demekê de bû ku gotegot hebûn Washington dawîanîna li hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyeyê dinirxîne.
Cihê stratejîk ê baregehê
Baregeha Qesrikê dikeve navbera Til Temir û Til Beyderê ya li başûrê rêya M4 a li Hisîçayê.
Baregeh wekî yekê ji navendên herî girîng ên lojîstîk ên Koalîsyona Navneteweyî û hêzên Amerîkayê tê dîtin.
Ev baregeh li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.
Di baregehê de embarên mezin ên leşkerî û balafirgeheke taybet a ji bo balafirên veguhastina leşkerî hene.
Baregeh wekî xeta pêşî ya parastin û çavdêriyê ya Amerîkayê kar dike.
Erkê wê yê sereke parastina rêyên lojîstîk ên ji Deriyê Sînorî yê Welîdê ye (ev derî gel Îraqê ye).
Destpêka îsal hêzên Amerîkayê ji baregehên "Et-Tenef" û "Şedadê" vekişiyan.
Wan ew baregeh radestî wan hêzan kirin ku girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ne.
Nûvekirina herî dawî: 12:07:20










































































































































































