Komele: Divê hemû aliyên siyasî bo çareseriyê bixebitin

Sekreterê Giştî yê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr li ser pevçûnên li Xansorê yên di navbera Pêşmergeyên Roj û şervanên YBŞê de daxuyaniyek weşand û got divê alî aloziyên leşkerî veguherînin qada siyasî.

6 Adar 2017 - 04:22
6 Adar 2017 - 04:22
 0
Komele: Divê hemû aliyên siyasî bo çareseriyê bixebitin

Li gorî malpera Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Sekreterê wê yê giştî Elî Bapîr di derbarê pevçûn û aloziyên li navçeya Xanesorê ya girêdayî Şingalê, ku di navbera Pêşmergeyên Roj û şervanên YBŞê de qewimîn daxuyaniyek weşand.

Bapîr di daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê hemû aliyên siyasî ji bo çareserkirina vê kêşeyê tevbigerin û tavilê çareser bikin û got, "Divê vê aloziya leşkerî veguhezînin qada siyasî."

Elî Bapîr bal kişand ser bûyerên berê di navbera kurdan de qewimîne got divê ji rabirdûyê ders were girtin û her wiha derbirî ku her tim xwîna ku dirêje, xwîna kurdan e.

Ev nûçe bi tevahî 1769 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:51:57