Komgeheke çekan li nêzîkî Hewlêrê teqiya

Şeva bihurî komgeheke çek û teqemeniyan li bajarokê Kanî Qirjale yê nêzîkî Hewlêrê teqiya, li gor zanyariyan ti ziyanên canî nebûne.

6 Tebax 2018 - 02:58
6 Tebax 2018 - 02:58
 0
Komgeheke çekan li nêzîkî Hewlêrê teqiya

Jêderekî ji bajarokê Kanî Qirjale 10 K.M li rojavayê Hewlêrê komgeheke teqemiyê teqiya, ta niha sedema teqandinê nehatiye zanîn.

Li gor zanyarên ketine destê K24ê, ti ziyanên canî ji encama wê teqîne de nebûne.

Îsal çendîn car in komgehên çek û teqemeniyan li bajar û bajarokê Kurdistanê diteqin. Li gor şarezayên pîşesazî yên leşkerî dibêjin, pileyên germê yên wan komgehan ji bo komkirina çek û teqemeniyan ne lêhatî ne.

Ev nûçe bi tevahî 1063 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:49:35