Konseya Asayîşa Kurdistan: Bi sedan DAÎŞ!'i berbi sinora Iraq'ê ve hat rêkirin

Konseya Asayîşa Herêma Kurdistan da zanîn ku bi sedan endamên DAÎŞ'ê Li Lubnan'ê berbi sinorê herêmên Iraq'ê ve hatine şandin.

30 Tebax 2017 - 04:23
30 Tebax 2017 - 04:23
 0
Konseya Asayîşa Kurdistan: Bi sedan DAÎŞ!'i berbi sinora Iraq'ê ve hat rêkirin

Demek beriya niha Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistan'ê daxuyaniyek belav kir. Tê gotin ku: "Li gor rêkeftinekê di navbera terorîstên DAIŞ'ê û Hizbûlaha Lubnan'ê û rejîma Esed bi sedan sedan çekdarên DAIŞ'ê li navçeyên sînorê Lubnan'ê bicîhiştin û bi çek û teqemeniyên xwe ber bi sînorên Iraq'ê ve hatin veguheztin."

Di beşka din a daxuyaniyê de Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistan'ê dilgiraniya xwe derbarê veguheztina çekdarên DAIŞ'ê bo sînorê Iraqê anîbû ziman û wiha gotibû ku em weke Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistan'ê dilgiraniya xwe beramber wê yekê nîşandidin û weke karekî gumankirî bi navdikin û gelek pirsan jî li pey xwe tîne û daxwaz dikin ku, hemû aliyên pêwendîdar li navçeyê helwesta xwe derbarê vî karî de bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1415 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:15:20