Konseya Elewiyan: Ji bo federalîzmê dakevin qadan
Serokê Konseya Bilind a Elewiyan a Sûriyeyê Şêx Xezal Xezal hişyariya "paqijiya etnîkî" da û bangî Elewiyan kir ku ji bo federalîzmê dakevin qadan.
Konseya Bilind a Îslamî ya Elewiyan a Sûriye û Diyasporayê peyameke vîdeoyî belav kir û Serokê Konseyê Xezal Xezal tê de bangeke krîtîk kir.
Şêxê Elewiyan Xezal Xezal ji Elewiyên li Laziqiye, Tertûs, Hims, Hema û Şamê xwest ku dakevin qadan.
"Dakevin qadan, federalîzmê bixwazin"
Konseyê ji xwenîşanderan xwest ku di çalakiyan de daxwaza xwe ya "federalîzm û nenavendîtiya siyasî" bi dengekî bilind bigihînin civaka navneteweyî.
Her wiha bidawîhatina "paqijiya etnîkî, kuştin û revandina Elewiyan” û berdana girtiyên Elewî yên di girtîgehan de jî di nav daxwazên lezgîn de hatin rêzkirin.
Konseyê her wiha xwest ku çalakî werin qeydkirin û ji civaka Durziyan a li Siwêda û Rojavayê Kurdistanê jî piştgirî xwest.
Li Himsê tundiya mezhebî derket
Li pişt banga çalakiyê, bûyerên tundiyê yên ku li parêzgeha Himsê rû dane û pevçûnên mezhebî hene.
Roja yekşemê li Zeydela li başûrê Himsê, piştî ku du hevjînên ji eşîreke Ereb a Sunî di mala xwe de mirî hatin dîtin, herêm tevlihev bû.
Li gorî îdiayan, piştî vê bûyerê êrişên tolhildanê li ser taxên Elewiyan dest pê kir.
Birêvebiriya demkî ya Sûriyeyê, piştî mezinbûna bûyeran roja duşemê li hinek taxan qedexeya derketina derve dirêj kir.
“Em di bin êrişeke hovane de ne”
Konseya Bilind a Îslamî ya Elewiyan "Banga Lezgîn" ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand û diyar kir ku taxên Elewiyan ên li Himsê rastî "êrişa çekdarî ya hovane ya komên Bedewî yên ku ji aliyê birêvebiriya demkî ve tên piştgirîkirin" hatine.
Konseyê diyar kir ku xanî hatine şewitandin, rasterast gule li sivîlan hatine reşandin û birêvebirî ji ewlehiya sivîlên Elewî berpirsyar e.
“Armanc derxistina Elewiyan e”
Alîkarê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Necat Ruşdî jî diyar kir ku ew ji rûdanên dawî dilgiranin û banga "aramî û hesabpirsînê" kir.
Serokê Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman jî ji ajansa Rûdawê re axivî û bal kişand ser mezinahiya metirsiyê.
Ramî Ebdulrehman diyar kir ku van demên dawî du ciwanên Elewî hatine kuştin lê desthilat bê deng maye û hişyarî da ku rewş dikare veguhere şerekî mezhebî û got:
"Armanca hinek aliyan derxistina Elewiyan a ji Himsê ye."
Li gorî daneyên SOHRê li herêmên navborî, ji meha adarê ve, nêzîkî hezar û 700 kesî hatine kuştin ku piraniya wan sivîlên Elewî yên sivîl in.
Nûvekirina herî dawî: 09:14:09