Konsula Amerîkayê projeyên Ronakî û Hejmara Min bilind dinirxîne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Konsula Giştî ya nû ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê, peywendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

1 Îlon 2025 - 09:41
1 Îlon 2025 - 09:41
 0
Konsula Amerîkayê projeyên Ronakî û Hejmara Min bilind dinirxîne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, doh roja 31ê Tebaxê pêşwazî li Konsula Giştî ya nû ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Wendy Green kir.

Di destpêka hevdîtinê de, Serokwezîr Barzanî pîrozbahî li Konsula Giştî ya nû kir û ji bo serxistina erkên wê, hemû piştgirî û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman. Herwiha, Serokwezîr spasiya Amerîkayê kir ji bo alîkarî û piştgiriya wê ya berdewam ji bo Herêma Kurdistanê di hemû waran de.

Ji aliyê xwe ve, Konsula Giştî ya Amerîkayê Wendy Green, kêfxweşiya xwe bi destpêkirina karê xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da û bal kişand ser girîngiya peywendiyên dostane yên di navbera her du aliyan de.

Green daxwaza welatê xwe ji bo bihêztirkirina peywendiyan ligel Herêma Kurdistanê dubare kir û mizgînî da ku di demek nêz de şandeke bazirganî ya Amerîkî dê serdana Herêmê bike.

Konsula nû ya Amerîkayê herwiha pesnê reform û çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên cuda de da û bi taybetî amaje bi girîngiya her du projeyên "Hejmara Min" û "Ronakî" kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de, tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hat kirin. 

Dabînkirina maf û şayisteyên darayî yên xelkê Kurdistanê û destpêkirina hinardekirina petrola Herêmê, mijarên din ên sereke yên gotûbêjên civînê bûn.

 

Ev nûçe bi tevahî 15 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:37:29