Konsulê Fransayê li ser ‘Rêya Pêşmerge’ axivî

Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Yan Braem ragihand ku navlêkirina kolaneke li Parîsê yê bi navê Pêşmerge, ji bo welatê wî “cihê şanaziyeke mezin e” û rêzgirtin e li qurbaniyên Hêzên Pêşmerge ku di şerê dijî DAIŞê de “ew parastine.”

6 Îlon 2025 - 10:07
6 Îlon 2025 - 10:07
 0
Konsulê Fransayê li ser ‘Rêya Pêşmerge’ axivî

Doh li Parîsa paytexta Fransayê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Şaredara Parîsê Anne Hidalgoyê “Rêya Pêşmerge” hat vekirin.

Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Yan Braem derbarê girîngiya vê pêngavê ji Rûdawê re axivî û got:

“Cihê şanaziyê ye ku em dibînin ev proje digihîje encameke serkeftî.

Hemû beşdarên Fransî yên merasîmê teqezî li ser spas û pêzanîna gelê Fransayê ya ji bo Pêşmerge kir çimkî di şerê li dijî DAIŞê de wan mil bi milê hêzên me şer kir.”

Konsulê Fransayê destnîşan kir ku Pêşmerge “Beşdarî parastina me, parastina Herêma Kurdistanê û hemû pêkhateyan bûne. Ji ber vê yekê, ev pêngava şaredarî û Şaredara Parîsê, rêzgirtin e li qurbaniyên wan.”

“Hesteke biratiyê heye”

Braem amaje bi hesta biratiyê ya di navbera her du gelan de kir û got:

“Ji beriya du salan ku ez hatime vir, min hest bi biratî û hevsengeriyeke xurt a di vî şerê hevpar ê li dijî teror û DAIŞê de kiriye.”

Yan Braem her wiha bal kişand ser rola Serok Barzanî ya di pêvajoyê de û ragihand:

“Serok Barzanî di merasîmê de amade bû û bi temamî beşdarî vê pêvajoyê bû.

Her wiha ji aliyê Wezîrê Derve Jean-Noël Barrot ve hat pêşwazîkirin û wan gotûbêjeke girîng kir çimkî em bi rastî şêwir û nirxandinên Serok Mesûd Barzanî wekî yekî ji hevkarên xwe yên herî nêzîk, bi girîngî werdigirin.”

Projeyên nû di rojevê de ne

Braem derbarê paşeroja pêwendiyên Fransa û Herêma Kurdistanê eşkere kir ku gelek projeyên wan hene û ew ji bo bihêzkirina wan dixebitin û biland:

“Me projeyek daye destpêkirin da ku Pêşmerge fêrî zimanê Fransî bibin û karibin ji bo xwendina leşkerî biçin kolejan li Fransayê.”

Konsulê Giştî yê Fransayê her wiha behsa projeyên di warên şûnwarnasiyê, piştgirîkirina du dibistanên Fransî yên li Hewlêr û Silêmaniyê û projeyên xizmetguzariyê yên li Amêdî û Soranê kir.

“Pêwendiyên me dîrokî ne”

Braem li ser pirsa “Çima Fransa ew qas piştgiriyê dide Kurdistanê?” bal kişand ser dîroka kûr a pêwendiyan û gotÇ

“Di salên şêst, heftê û heştêyî de jî gelek geştyar, kesayetiyên mirovî, rojnameger û nivîskar hatine Kurdistanê.”

Wî diyar kir ku kesayetiyên wekî Danielle Mitterrand (hevjîna serokkomarê berê yê Fransayê) û Kendal Nezan (Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê) roleke sereke di nasandina doza Kurd û rawestana li dijî komkujiya Enfalê de lîstine û got:

“Ev tevliheviyeke ji pêwendiyên mirovî, siyasî û pêbendbûneke xurt a bi şerê dijî terorê ye. Me mil daye hev û şer kiriye.”

“Serok bi rastî girîngiyeke mezin dide Îraq û Kurdistanê”

Wî li ser nêrîna Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî got:

“Serok bi rastî girîngiyeke mezin dide Îraq û Kurdistanê. Li gorî nirxandina wî, Îraq di aramiya tevahiya herêmê de xwedî roleke navendî ye.”

Braem destnîşan kir ku pêwendiyên wan ên siyasî bi Herêma Kurdistanê re “di asta herî bilind de ne” û serdanên berdewam ên berpirsên Herêma Kurdistanê delîlên vê pêwendiya bihêz in.

Konsulê Fransayê aşkere kir ku kompanyayên mezin ên wekî Danone, Carrefour û Lafarge li Herêma Kurdistanê veberhênan kirine û daxwazeke zêdetir ji bo karê bazirganiyê yê di warên çandinî, geştûguzarî û avê de heye.

 

Ev nûçe bi tevahî 19 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:11:19