Trump navê Wezareta Parastinê kir Wezareta Şer
Serokê Amerîkayê Donald Trump fermanek îmze kir û navê Wezareta Parastinê guherand û kir "Wezareta Şer" û da zanîn, guhertina nav "ji bo hemû cîhanê peyameke serkeftin û hêzê ye."

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja înê ferman îmze kir û got:
"Eger em li rewşa niha ya cîhanê binêrin, navê Wezareta Şer navekî gelekî guncav e."
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth jî li kêleka Trump rawestiyabû û êdî dê sernavê wî bibe "Wezîrê Şer".
Ferman dê ji Kongreya Amerîkayê re were şandin û piştî ku were pesendkirin dê nav bi awayekî fermî were guhertin.
Wezareta Şer cara yekem sala 1789an li Amerîkayê hatibû damezirandin lê Serokê berê yê Amerîkayê Harry Truman sala 1947an navê wê guherand û kir Wezareta Parastinê.
Wê demê du sal bû ku Şerê Cîhanê yê Duyem bi dawî bûbû.
Piştî guhertina nav, artêşa Amerîkayê, Hêzên Deryayî û Hêzên Hewayî di bin sîwana Wezareta Parastinê de hatin komkirin.
Trump li ser guhertina nav bi awayekî îronîk anî ziman, "Me biryar da ku em wekî Wokeyan tevbigerin û navê wê biguherin."
Mebesta Trump a ji Wokeyan ew tevgera lîberal a çepa tund e ku bi dijberiya xwe ya li hemberî siyaseta Komariyan a li Amerîkayê tê naskirin.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth her wiha got:
"Ji dema ku nav hatiye guhertin, em di ti şerên mezin de bi ser neketine.
Ji niha û pê ve em dê êriş jî bikin, ne tenê parastinê."
Nûvekirina herî dawî: 13:11:16