Krîza Hurmızê - Bexda ji bo petrolê berê xwe dide Hewlêrê

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê û tirsa girtina Tengava Hurmizê, Îraq neçar kir ku ji bo hinartina petrolê li vebijêrkên cuda bigere.

11 Adar 2026 - 11:53
11 Adar 2026 - 11:53
 0
Krîza Hurmızê - Bexda ji bo petrolê berê xwe dide Hewlêrê

Rayedarekî bilind ê hikûmeta Îraqê diyar kir ku plana wan a sereke ew e ku di ser Herêma Kurdistanê re petrola Kerkûkê bişînin bendera Ceyhanê.

 Tê çaverêkirin ku hinartina petrolê hefteya pêşiya me dest pê bike.

Vebijêrka herî hêsan: Boriyên Kurdistanê

Çavkaniyeke bilind a ji Wezareta Petrola Îraqê ji ajansa Rûdawê re ragihand:

"Li herêmê rewşeke neasayî ya ewlehiyê heye. Em ji bo rûbirûbûna bandorên vê rewşê hemû tedbîran digirin.

Ji bo hinartina petrolê çend vebijêrkên me hene. Yek ji wan jî bikaranîna hêla boriyan a Herêma Kurdistanê ya Bendera Ceyhanê ye."

Wê çavkaniyê eşkere kir ku eger ev rewş wiha bidome, plana wan a sereke ew e ku rojane 250 hezar bermîl petrola Kerkûkê di ser Kurdistanê re bişînin. Pişt re ev mêjer dikare were zêdekirin.

Bexda ji bo meaşan soza hêsankariyê dide

Rayedarê Wezareta Petrolê destnîşan kir ku rêya herî hêsan a gihandina petrolê ya bazarên Ewropa û cîhanê boriyên Herêma Kurdistanê ne.

Wî got ku ev yek mafê hikûmeta federal e ku vê pêngavê biavêje.

Çavkaniyê da zanîn ku ew ji bo vê mijarê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re di nav pêwendiyê de ne û got:

"Biryar e beriya dawiya vê hefteyê bersiva daxwaza me were dayîn. Eger bersiv erênî be, hinartin dê hefteya bê dest pê bike."

Li gorî agahiyên heman çavkaniyê, eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê daxwazê qebûl bike, Bexdayê soz daye ku ji bo şandina meaşên mehên bê hêsankariyên zêdetir bike.

 

Ev nûçe bi tevahî 37 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:58:13