Li Bexdayê bi dronan êrişî baregeha Amerîkayê hat kirin

Bexdaya paytexta Îraqê bi dronan li pey hev êrişî baregeheke leşkerî ya Amerîkayê hat kirin.

11 Adar 2026 - 11:49
11 Adar 2026 - 11:49
 0
Li Bexdayê bi dronan êrişî baregeha Amerîkayê hat kirin

Koma milîsên Şîe ya bi navê "Berxwedana Îslamî ya li Îraqê" li ser êrişî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan bi dronan li pey hev êrişî Baregeha Victoriayê ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê kiriye.

Hikûmeta Îraqê bêdeng e

Heta niha nayê zanîn ka di êrişê de ti zererên canî yan madî çêbûne yan na.

Her wiha hikûmeta Îraqê jî heta niha derbarê bûyerê ti daxuyanî nedane.

 

Ev nûçe bi tevahî 34 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:59:26