Kurd ji bo serxwebûnê diçe Bexdayê

Bo guftûgokirin li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, du komîtên bilind ji aliyên siyasî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê diçin Bexdayê. Aliyên siyasî jî têbînên wan li ser projeya Emar Hekîm hene.

5 Sibat 2017 - 07:26
5 Sibat 2017 - 07:26
 0
Kurd ji bo serxwebûnê diçe Bexdayê

Ev proje, projeya “Rêkeftina siyasî” di navbera aliyên Iraqî de ye, berî demekê ji aliyê Serkirdeyê pilebilind yê Encûmena Îslamiya Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyên Iraqê Emar Hekîm bo aştîbûn û jihevnêzîkirina aliyên siyasî yên Iraqî de xistibû nava meydana siyasî ya Iraqê û li Îran û Urdinê jî gutûgo li ser hatibû kirin û pesendkirin, duh jî Emar Hekîm ew porjeyê bi aliyên siyasî yên Kurdî re guftûgo kiribû.

Ev nûçe bi tevahî 1292 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:52:09