Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem

Alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê di dengdana FIFAyê de bûn alîgirên herî baş ên cîhanê.

16 Berfanbar 2025 - 15:01
16 Berfanbar 2025 - 15:01
 0
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem

Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) ji ber piştgiriya wan a ji bo zarokên ku bi penceşêrê ketine alîgirên tîma Zaxoyê hêjayî Xelata "Alîgirê Herî Baş" a sala 2025an dîtin.

Alîgirên tîma Zaxoyê, di maça Lîga Stêrkan a Îraqê ya li hemberî El Hudûdê de ku 13ê Gulana 2025an hatibû lîstin, bi hezaran pêlîstok avêtibûn qadê û bi vê çalakiya xwe bala hemû cîhanê kişandibû.

FIFAyê li ser malpera xwe ya fermî îro ragihand ku alîgirên tîma Zaxoyê di dengdana FIFAyê de bûn alîgirên herî baş ên cîhanê.

Alîgirên tîma Zaxoyê di dengdanê de ket pêşiya hevrikên xwe yên Arjantîn  û Spanyayê bûn alîgirên yekemîn li Rojhilata Navîn ku vê xelatê werdigirin.

Serokê Tîma Werzişê ya Zaxoyê Omer Ferhad piştî eşkerekirina xelatê yekser ji ajansa Rûdawê re axivî û kêfxweşiya xwe anî zimên.

Omer Ferhad ev serkeftina dîrokî diyarî "yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê" kir.

Wî diyar kir ku ew bi FIFAyê re di nav pêwendiyê de bûn lê encam ji bo wan jî bûye surprîz û got:

"Ev hest nayê pênasekirin. Me berê bi FIFAyê re hevdîtin kiribû û em li ser pêvajoyê axivîbûn, wan hinek agahî ji me wergirtibûn.

Lê me niha bi daxuyaniyê re fêhm kir ku em bi ser ketine."

"Em xelatê diyarî çar parçeyên Kurdistanê dikin"

Omer Ferhad destnîşan kir ku ev serkeftina cîhanî ne tenê ya tîmeke werzişê ye, ew nîşana yekîtiyeke berfirehtir e.

Omer Ferhad serkeftin diyarî "yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê" kir û spasiya her kesî kir ku di pêvajoya dengdanê de piştgirî daye alîgirên tîma Zaxoyê û dengê xwe dane wan.

 

Ev nûçe bi tevahî 30 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:04:06